"Türkiye dê destûr nede tu neheqiyên dixwazin li KKTCyê bikin"

Berdevkê AK Partiyê Çelîk bertek nîşan da ku Amerîkayê ambargoya çekan a ji bo Aliyê Ruman ê Qibrîsê rakir û da zanîn ku Türkiye dê destûr nede tu neheqiyên dixwazin li KKTCyê bikin."

"Türkiye dê destûr nede tu neheqiyên dixwazin li KKTCyê bikin"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk got ku "Türkiye dê destûr nede tu neheqiyên dixwazin li KKTCyê bikin."

Çelîk ji ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku ji hêla Amerîkayê va rakirina ambargoya çekan a ji bo Birêvebiriya Ruman a Qibrîsê biryareke şaş e.

Çelîk destnîşan kir ku birêvebiriya Ruman li Giravê ew alî ye ku bêîstiqrarî û bêçareseriyê derdixîne holê û ev gotin:

"Ev biryar daxwazên bêhiqûq ên birêvebiriya Ruman teşwîq dike. Ji bilî hiqûq, dîplomasî û heqaniyetê bi tu rêyan nikarin zorê bidin Türkiye û KKTCyê ku biryaran hilde. Em ligel mizakereya li ser bingeha heqaniyetê ne lê Yewnanistanê bi peymanên korsan ev bingeh tehrîb kiriye. Birêvebiriya Qibrîsa Başûr tu carî nikare mafên Tirkên Qibrîsê xesb bike.

Türkiye wek welatê garantor dikare maf û berjewendiyên KKTCyê biparêze. Peyama Serokomarê me eşkere ye, em di mijara maf û menfeatan da tu lêferzkirinan qebûl nakin û tu carî tawîz nadin. Türkiye dê destûr nede tu neheqiyên dixwazin li KKTCyê bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE