"Turkiye êdî hemî zehmetî û ambargoyan bi hêza xwe derbas dike"

Erdogan li Komelgeha Golbaşiyê ya ASELASANê beşdarî Merasima Danasînên Pergalên Nû û Vekirina Tesîsan bû.

"Turkiye êdî hemî zehmetî û ambargoyan bi hêza xwe derbas dike"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Turkiye êdî welatek e ku ew hemî zehmetiyên ku tedarîkdarên kurewî derdixînin û wan ambargoyên nehênî û eşkere yên ku disepînin, bi hêza xwe derbas dike."

Erdogan li Komelgeha Golbaşiyê ya ASELASANê beşdarî Merasima Danasînên Pergalên Nû û Vekirina Tesîsan bû.

Serokomar Erdogan di gotara xwe ya merasimê de 45emîn salvegera damezrîna ASELSANê pîroz kir û spasiya hemî aliyên ku di ASELSANê de cih digirin kir.

Erdogan destnîşan kir ku di 18 salên rabirdû vir de xebatên xwe yên ji bo Turkiyeya di pîşesaziya berevaniyê de bi temamî serbixwe dixebitin û wiha pê de çû:

"Serokatiya Pîşesaziya Berevaniyê ya ku ji aliyê Ozalê rehmetî ve hat avakirin, me gihand astekê ku kordînasyona vê pêvajoya bi awayekî çalak bimeşîne. Îro pîşezasiya berevaniya Tirkî, ji şirketên weqif heta şirketên taybet, ji barkhilgirên binî heta KOBÎyan, ji zanîngehan heta navendên lêkolînê xwedan ekosîstemeke berfireh e. Bi vê re çawa ku heta sala 2002yan 62 projeyên berevaniyê dihatin meşandin îro em gihiştine pîşesaziyeke berevaniyê ku nêzîka 700 projeyê ketiye rewacê. Di 5 salên dawîn de me 350 proje dan destpêkirin. Me budceya pîşesaziya berevaniyê ji 5,5 milyar dolarî derxist 60 milyar dolarî. Hejmara fîrmeyên di vê kertê de ji 56 derket 1500î. Cîroya kertan ku milyarek dolar bû gihişt 11 milyar dolarî. Îxracata me ya pîşesaziya berevaniyê ji 248 milyon dolarî gihişt 3 milyar dolarî." 

"Em di nava dewletên cîhanê de di rêza 3-4an de ne"

Erdogan anî ziman ku Turkiye di 100ê yekemîn ê lîsteya şirketên berevaniyê ya cîhanê de bi 7 fîrmeyan tê temsîlkirin û tenê di 5 nava salan de 5 fîrme ketine lîsteyê.

Erdogan got, "Turkiye êdî welatek e ku ew hemî zehmetiyên ku tedarîkdarên kurewî derdixînin û wan ambargoyên nehênî û eşkere yên ku disepînin, bi hêza xwe derbas dike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE