"Türkiye di sanayiya parastinê da bi awayekî biryardarî di rêya xwe da dewam dike''

Erdogan: "Pîşesaziya parastinê rawestanê ranagire. Em neçar in, pêşdatir biçin û yên hîn pêşketî çêkin"

"Türkiye di sanayiya parastinê da bi awayekî biryardarî di rêya xwe da dewam dike''

Erdogan: "Pîşesaziya parastinê rawestanê ranagire. Em neçar in, pêşdatir biçin û yên hîn pêşketî çêkin"

 "Türkiye di sanayiya parastinê da bi awayekî biryardarî di rêya xwe da dewam dike."

 "Miletên ku di qada parastinê da nikarin xurt û serbixwe bibin, ne pêkan e ku dilê wan ji bo paşeroja wan rehet bibe."

"Kesên ku ji nifûz û hêza welatê me aciz dibin, ji bo ku Türkiyeyê weke berê di lîlava bê îstiqrariyê da mehkûm bikin, çi ji destê wan tê dikin."

 Emê her êrîşeke dijî taybetiya dewleta hiqûqê ya demokratîk a Türkiyeyê asteng bikin, her lîstikê xirab bikin û di rêya xwe da berdewam bin

 "Hedefa me ew e, em sanayiyeke parastinê xurt bikin û binesaziya hilberînê çê bikin ku di tu qadên krîtîk da pêdiviya me bi derva ra nemîne."

 "Türkiye di dinyayê da ji wan 10 welatan welatek e ku dikare keştiya xwe ya cengê bisêwirîne û çêke."

 "Bi hişmendiya ku wexta me vala derbas nebe va em dixebitin, hilberînê dikin û têkoşînê didin."

 Em ê îro 2 belemên midaxeleya bilez û perwerdeya noqaviyê, 2 belemên nû yên SATê û 8 belemên beza yên dewriyeyê teslîmî Hêzên Deryayî dikin

 "Divê em di sanayiya parastinê da êdî kesî neşopînin û werin şopandin, tenê xerc nekin, çêkin û pêşengiya nûjeniyê bikin û derbasî qonaxeke nû bibin."

 "(Lehiya li Gîresunê) Em ê bi destûra Xwedê weke dewlet ji hedê vê texrîbatê, hilweşînê demildest werin der."

 "Hedefa me ew e ku em bigihîjin wê astê ku ligel ÎHA, SÎHA, TÎHAyan û bi beşdariya wesayîtên deryayî yên bêmirov û otonom va hemû unsûrên me yên bejayî, asîmanî û deryayî peywira hevbeş bi cih bînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE