''Türkiye di warê çand û hunerê de ji prangayên xwe rizgar bû''

Serok Erdogan got, "Em ji bo Orkestraya Senfoniya Serokkomariyê avahiyeke nû çêdikin. Dê bi mîmariya xwe ya modern bibe sembola bajarê me."

''Türkiye di warê çand û hunerê de ji prangayên xwe rizgar bû''

Serok Recep Tayyîp Erdogan li Ankarayê di merasîma vekirina avahiya salona Orkestraya Senfoniya Serokkomariyê de axivî.

Serokomar Erdogan got, "Em ji bo Orkestraya Senfoniya Serokkomariyê avahiyeke nû çêdikin. Dê bi mîmariya xwe ya modern bibe sembola vî bajarê me. Ew der di serdema pêşiya me de, dê weke nîşaneyeke dewlemendiya çand-hunerê ya welatê me, xizmetê bide gelê me."

Erdogan herwiha got, "Türkiye di serdema me de, ne tenê di siyaset, aborî û berevaniyê de, di warê çand, huner, muzîk û wêjeyê de jî ji prangayên xwe rizgar bû. Me dawî li wê menzereya kevn a Tükiyeyê ya ku di navbera şair, nivîser û hunermendan de cihêkarî dihat kirin, mirov li gorî muzîkên ku guhdarî dikirin, li gorî cilûbergên ku li xwe dikirin kategorîze dikirin, anî."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE