"Türkiye di warê mijarên kurewî de cihê xwe yê çalak zebt dike"

Serok Erdoğan bi boneya 99.Salvegera Peymana Aştiyê ya Lozanê peyam weşand.

"Türkiye di warê mijarên kurewî de cihê xwe yê çalak zebt dike"

ara me ve diçe digel vê di warê mijarên kurewî de cihê xwe yê çalak zebt dike."

Serokomar Erdogan ji ber 99emîn Salvegera Peymana Aştiyê ya Lozanê peyamek weşand.

Erdogan got îro 99emîn Salvegera Peymana Aştiyê ya Lozanê ye ku ew yek ji belgeyên avakerê Komara Tirkiyeyê ye û wiha axivî: "Bi Peymana Aştiyê ya Lozanê va sînorên me yên bejahiyê hatine xêzkirin, kapîtulasyon hatine rakirin, mafên Tirkên kêmîne ên li Yunanîstanê mane hatine qebûlkirin, statuya eskerî ya nemeşrû ya giravên Yunanan ên nêzîkî sînorên me hatine teyîdkirin."

Serokomar Erdogan anî ziman piştî îmzekirina peymanê û heta niha Tirkiyeyê bi baldarê şertên peymanê şopandiye û wiha axivî: "Di demên dawîn da ji hêla Yunanîstanê va di serî da mafên Tirkên kemîne yên di Peymana Aştiyê Lozanê da qeydkirî, bi qestî tên binpêkirin. Ev rewş ne li gor têkiliyên cinartiyê ne û rne li gor rêbazên peymanê ne û welatê me vê qebûl nake. Welatê me li herêma xwe ji bo tesîskirina aştî û aramiyê hewl dide û mafên gelê me yê ezîz diparêze."

Erdogan wiha dewam kir: "Tirkiye ber bi 2023yan ve û ber bi 100emîn sala Komara me ve diçe digel vê di warê mijarên kurewî de cihê xwe yê çalak zebt dike. Di 99emîn Salvegera Peymana Aştiyê ya Lozanê da ez avakerê Komara me Xazî Mustafa Kemal, hevalên wî û şehîdên me yên ezîz bi rehmetê bi bîr tînim, xaziyên me jî birêzî û minetê va bi bîr tînim."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE