Turkiye ji bo xebata bi hikûmeta Iraqê ya nû re amade ye

"Tirkiye amade ye ku di mijarên hizûr, ewlehî, îstiqrar û ji nû va îmarkirina Iraqê da bi hikûmeta nû ya Iraqê ra bixebite"

Turkiye ji bo xebata bi hikûmeta Iraqê ya nû re amade ye

Hamî Aksoyê Berdevkê Wezareta Karên Derva diyar kir ku Tirkiye amade ye ku di mijarên hizûr, ewlehî, îstiqrar û ji nû va îmarkirina Iraqê da bi hikûmeta nû ya Iraqê ra bixebite.

Aksoy bersiva nivîskî da pirsa der barê hikûmeta nû ya Iraqê ya ku raya baweriyê hildabû da hatibû pirsîn.

Aksoy got ku hikûmeta Iraqê ya bi destê Adil Ebdilmehdî hat avakirin û 14 wezîrên wê li Meclisê hatin pesendkirin "ji bo gelê Iraqê yê dost û bira bi xêr be" û wiha pê da çû: 

"Hêviya me ew e ku hikûmeta nû ji bo bendewariyên gelê Iraqê yê ku gelek êş û tengasî kişand gavan biavêje. Wekî mayîn em bawer dikin ku karên hemû gelên Iraqê hembêz dikin jî ew ê tevkariyê bidin yekîtiya siyasî û erdê Iraqê û îstiqrareke berdewam."

Berdevk Aksoy diyar kir hêviya wan ew e ku wezîrên hê nehatine tesdîqkirin jî li gor vê nêrînê werin bijartin û wiha got: "Tirkiye amade ye ku di mijarên hizûr, ewlehî, îstiqrar û ji nû va îmarkirina Iraqê da bi hikûmeta nû ya Iraqê ra bixebite."AA

Dîroka nûkirinê: 26 Cotmeh 2018, 10:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE