"Turkiye li Behra Spî jî li Egeyê jî û li Behra Reş jî ya ku heqê wê ye, dê bistîne"

Serok Recep Tayyip Erdoğan, di 949emîn salvegera Serfiraziya Malazgirtê de bangî gel kir.

"Turkiye li Behra Spî jî li Egeyê jî û li Behra Reş jî ya ku heqê wê ye, dê bistîne"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Çawa ku çavê me li ax, desthilatdarî û berjewendiya kesî nîne, em ê tu wextî ji yên xwe jî tawîzê nedin."

Erdogan li Qada Parka Neteweyî ya Malazgirtê di bernameya salvegera 949emîn ya Serkeftina Malazgirtê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got çawa ku çavê me li ax, desthilatdarî û berjewendiya kesî nîne, em ê tu wextî ji yên xwe jî tawîzê nedin.

Erdogan diyar kir bangî mixatabên xwe dikin ku xwe topî ser hev kin û ji xeletiyên ku dê bibe sedema mehûbûna wan dûr bisekinin û wiha axivî: "Yên dixwazin li dijî Turkiyeyê tevbigerin wê nikaribin vê derfetê bi dest bixin, ev daxwaza wan wê di dilê wan da bimîne."

Serokomar Erdogan diyar kir kesên ku layiqî warîsa Bîzansê jî nînin û îro pişta xwe didin Ewropayiyan û li pey neheqî, bêhiqûqî û korsaniyê dikevin nîşan dide ku ji dîroka xwe îbretê hilnadin.

Erdogan destnîşan kir dixwazin her kes bibîne ku êdî Turkiye welatekî wisa nîne ku sebir, biryardarî, derfet û wêrekiya wê were testkirin.

Serokomar Erdogan got ku Turkiye dê li Behra Spî jî li Egeyê jî û li Behra Reş jî ya ku heqê wê ye, bistîne.

Erdogan di axaftina xwe da wiha peyivî: "Heke em bibêjin emê bikin, emê bikin û berdêla wê jî bidin. Yên dixwazin berdêlê bidin û derkevin li pêş me bila kerem bikin werin. An jî bila li pêş me vekişin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE