"Türkiye li Libyayê bû mifteya aştiyê"

Erdogan: "Türkiye him li qadê û him jî di dîplomasiyê da bi têkoşîna meşand va li Libyayê bû mifteya aştiyê."

"Türkiye li Libyayê bû mifteya aştiyê"

Serokê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî Civîna Berlinê ya ku mijara wê Libya ye bibe çû Berlina Almanyayê.

Erdogan beriya here Berlinê li Balafirgeha Ataturkê civîneke çapemeniyê li dar xist û pirsên çapemeniyê bersivandin.

Civîna Berlinê ya ku mijar Libyayê wê bi mazuwaniya Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê va bê kirin.

Serok Erdogan got ji bo vê civînê bi mehane amadehî tên kirin û meneya vê civînê cuda ye.

- "Êrîş ji bilî Libyayê tesîrê li welatên cînar û hemû Behra Spî dikin"

Erdogan got ji Nîsana 2019an vir va hikûmeta Libyayê ya ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî va meşrû tê dîtin rastî gelek êrîşan hat û wiha axivî: "Di êrîşên Xefterê darbekar û piştgirên wî da heta niha bi sedan sivîl mirin. Ji ber pevçûnan qasî 400 hezarî birayên me yên Libyayî mecbur man ku terka malên xwe bikin. Ev kesên koç kirin bi taybetî li ser Tunis û Cezayîrê tesîrek pêk anîn. Em dibînin rêxistinên terorê yên wek DEAŞ û El Qaîdeyê dîsa li Libyayê bi cih dibin. Êrîş ji bilî Libyayê tesîrê li welatên cînar û hemû Behra Spî dikin."

Ji bo êrîşên Xefter û tevgera civaka navneteweyî jî Erdogan wiha got: "Li hemberî êrîşên bêperwa yên Xefterê darbekar civaka navneteweyî mixabin heta îro berteka hewce dike nîşan neda. Tevgerên Xefterê darbekar û piştgirên wî yên rasterast biryarên Konseya Ewlehiya NYyê bin pê dikin demeke dirêj tune hatin hesibandin."

- "Türkiye li Libyayê bû mifteya aştiyê"

Erdogan anî ziman Türkiye di mijara Libyayê da bû mifteya aştiyê û wiha pê da çû: "Türkiye him li qadê û him jî di dîplomasiyê da bi têkoşîna meşand va li Libyayê bû mifteya aştiyê. Bi agirbest û Civîna Berlinê va dîsa hêvî çêbû ku divê ew nebe qurbana îhtirasên bazirganên xwînê û rageşiyê."

- "Mîçotakîs lîstikê şaş dilîze"

Serok Erdogan der barê tevgerên Yunanistanê ya mijara Libyayê da wiha axivî: "Yunanistan ji ber ku venexwendin Almanyayê aciz e. Lihevkirina Libya û Türkiyeyê jî jixwe Yunanistanê dîn kiribû. Çûyina Xefter a Yunanistanê bêqîmet e, tu qîmeta wê tune. Hela ku li ber çavê me tu qîmeta wê tune. Serokwezîrê Yunanistanê Mîçotakîs lîstikê şaş dilîze. Gavên diavêje ne gavên rast in. Baş dest bi vê pêvajoyê nekir."

Der barê îdiaya metna reşnivîs ji çapemeniyê ra hatiye şandin da jî Erdogan wiha got: "Metneke bi vî rengî nehatiye ber destê me."

Serok Erdogan der barê darizandinên FETOyê û biryarên nakokî di wan da heye da jî wiha got: "Ji bo camieya me ya darazê bi rastî jî bûye gaveke xemdar.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE