Midûriya Giştî ya Asmangeriya Sivîl (SHGM) daxuyand ku Tirkiye li Pergala Sertifîkaya Aşiya Kovîd-19ê ya Dîjîtal a Yekîtiya Ewropayê (YE) hat zêdekirin.
Di danezana ser malpera înternetê ya SHGMyê da wiha hat gotin:
"Di çarçoveya agahdarkirina Wezareta Karên Derva da Welatê me li Pergala Sertifîkaya Aşiya Kovîd-19ê ya Dîjîtal a YEyê hat zêdekirin û Komîsyona YEyê di 19ê tebaxê da biryara têrdariyê da û di 20ê tebaxê da di Rojnameya Fermî ya YEyê da hat weşandin."
AA