"Türkiye yê mîna her gav yekbûna axa Sûriyeyê biparêze"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Türkiye yê mîna her gav yekbûna axa Sûriyeyê û sivîlan biparêze û dijî rêxistinên terorê têbikoşe."

"Türkiye yê mîna her gav yekbûna axa Sûriyeyê biparêze"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Türkiye yê mîna her gav yekbûna axa Sûriyeyê û sivîlan biparêze û dijî rêxistinên terorê têbikoşe."

Çavuşoglu piştî Civîna Wezîrên Karên Derva ya Sêalî ya Rûsya, Türkiye û Qeterê ku li Dohaya paytextê Qeterê hat lidarxistin di daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş da axivî.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu diyar kir di civînê da li ser rewşa Sûriyeyê axivîne û got ku şerê dijî rêxistinên terorê yên mîna DEAŞ û PKK/YPGyê gotûbêj kirine.

Çavuşogluyê diyar kir li bakurê Sûriyeyê êrîşên PKK/YPGyê didomin wiha axivî, "PKK/YPG li bakurê Sûriyeyê hê jî êrîşî sivîlan dike û sûcên şer dike. Di 2 mehên dawîn da ji 25 kesan zêdetir Sûriyeyiyên mesûm di êrîşên terorê da hatine kuştin. Tirkiyeyê mîna her gav yekbûna axa Sûriyeyê û sivîlan biparêze û dijî rêxistinên terorê têbikoşe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE