"Türkiyeyê bû yek ji wan welatên ku bi xisareke kêm sala ewil a şewbê filitî"

"Türkiyeyê bû yek ji wan welatên ku bi xisareke kêm sala ewil a şewbê filitî"

Serok Recep Tayyîp Erdogan peyameke bi vîdeo şand bernameya Navenda Sektora Taybet a Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP IICPSD) ya ku ji hêla Platforma Hevkariya Navneteweyî (UÎP) va di çarçoveya Civîna Bogazîçiyê da hat lidarxistin.

Erdogan got Civîna Bogazîçiyê bila bi serkeftî derbas be û ji bo hemû welat û mirovahiyê li ser xêrê be û spasiya hemû rayedar û kedkaran kir.

- "Türkiyeyê bû yek ji wan welatên ku bi xisareke kêm sala ewil a şewbê filitî"

Serok Erdogan behsa tesîrên neyînî yên şewba vîrusa koronayê yên li ser jiyan, civak, aborî, turîzm û siyasetê kir û wiha axivî: "Türkiyeyê polîtîkayên xwe yên aborî û civakî xistin rewacê û bû yek ji wan welatên ku bi xisareke kêm sala ewil a şewbê filitî. Bi saya binesaziya me ya tenduristiyê ji testê bigire heta tedawiyê, her cure xizmetê me bê pere pêşkeşî welatiyên xwe kir. Di van rojên teng da me alîkariya 157 welêt û 12 saziyên navneteweyî kir. Me ji bo piştgirî û teşwîqan çavkaniyeke 311 milyar lireyî bi kar anî û me hewl da ku em li gel her yek welatiyê xwe bin. Piştgiriya civakî û pereyên xebata demkurt di serî da ji bo parastina civakî me 54 milyar lire ji gelê xwe ra xerc kir."

- Înşallah heyama li pêş me jî emê vê pêşketinê bidomînin"

Erdogan behsa reqamên îxracatê û mezinbûnê ya Türkiyeyê ya ku hefta borî hat eşkeririn kir û wiha dewam kir: "Türkiye di sala 2020, da ji sedî 1,8 mezin bû û bi vê rêjeyê va piştî Çînê di rêza duyem da cih digire. Di heyama dawîn da em dibînin ku sermayeya navneteweyî li welatê me zêde dibe. Di vê çarçoveyê da Armanca Pêşketinê ya Nexşerêya Veberhêneran a Türkiyeyê ya ku Navenda Sektora Taybet a Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî wê eşkere bike girîng e. Înşallah heyama li pêş me jî emê vê pêşketinê bidomînin. Veberhênanên ku feydeya wan ji civakê û pêşketinê ra tune ne veberhênanên xwedî kêmasî ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE