"Türkiyeyê bersiva vê êrîşê bi mislî daye, bersivdayînê didomîne"

Serok Erdogan: "(Êrîşa li Îdlibê) Türkiyeyê bersiva vê êrîşê bi mislî daye, bersivdayînê didomîne"

"Türkiyeyê bersiva vê êrîşê bi mislî daye, bersivdayînê didomîne"

Serok Recep Tayyîp Erdogan beriya ku here ziyareta xwe ya Ukraynayê li Balafirgeha Ataturkê civîneke çapemeniyê li dar xist, pirs bersivandin.

Erdogan der barê êrîşa li İdlibê da wiha got: "Türkiyeyê bersiva vê êrîşê bi mislî daye, bersivdayînê didomîne."

Serok Erdogan wiha dewam kir: "Em ê operasyonên xwe yên ji bo parastina ewlehiya welêt, gel û birayên me yên İdlibî bidomînin, em bibiryar in. Yên ku dixwazin bi êrîşên nemerdane yên bi vî rengî va biryardariya Türkiyeyê bipîvin, wê fêm bikin ku xetayeke mezin dikin."

- "Sekinandin tune, bi heman awayî operasyon dewam dike"

Erdogan got operasyon li wê herêmê dewam dike û wiha pê da çû: "Nêzî 40 deverên ku hatine tesbîtkirin vê gavê timî di nav hedefa operasyonê da ne. Bi awayekî pir cuda li wir bi obusên me yên bagerê û bi F-16yên me va hedefên hatine diyarkirin tên gulebarankirin. Li gorî encamên destpêkê derdora 30-35 Suriyeyiyên di aliyê hember da, di nava wê ekîbê da hatine berterefkirin. Sekinandin tune, bi heman awayî operasyon dewam dike."

- 'Mixatabê me hûn nînin, bi temamî rejim e"

Erdogan hişyarî da Rusyayê ku bila têkilî vî karî nebin û wiha axivî: "Bi taybetî ji miqamên rayedar ên Ûris ra dibêjim, 'mixatabê me hûn nînin, bi temamî rejim e, bira bi tu awayî pêşiya me neyê girtin. Li vir şehîdên me hene, li hemberî wan bêdengmayîn ne mumkin e. Em ê hesabê vê bipirsin. Generalên me (bi Ûrisan ra) hevdîtinan dikin. Li gor van hevdîtinan jî em operasyonên xwe didomînin. Ji saet 06.15an pê va 122 muhîmatên firtoneyê, 100 muhîmatên hewanê avêtine 46 hedefên rejimê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE