Turkiyeyê bertek nîşanî Ermenistanê da

Wezareta Karên Derva ji ber êrîşên dijî Azerbeycanê bertek nîşanî Ermenistanê da

Turkiyeyê bertek nîşanî Ermenistanê da

Wezareta Karên Derva ji ber devavêtina li hemberî Tirkiyeyê û êrîşên li ser axa Azerbeycanê ku Ermenistan dibe serî bertek nîşan da û got: "Meqamên Ermenistanê bila aqlê xwe hildin serê xwe, nebin şirîkê pirsgirêkan, lazim e li Qafqasyaya Başûr bibin perçeyekî çareseriyê û vê hîn bibin."

Wezareta Karên Derva ji bo daxuyaniya ku duh Wezareta Karên Derva ya Ermenistanê weşandibû bi nivîskî bersiv da.  

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Ermenistan ji bo ser çalakiyên xwe yên êrîşkar ên li hemberî Azerbeycanê dibe serî bigire li hember Turkiyeyê bi durûtî tevdigere û wiha hat domandin: "Durûtiya Ermenistanê ya bi salan e li ser axa Azerbeycanê dagirkeriyê dike bi eşkere nîşan dide ku astengiya li pêş îstiqrar û aştiya mayînde ya li Qafqasyaya Başûr kî ye û vê rastiyê radixe pêş çavan." 

Hat gotin ku bi tohmet û derewên ji rastiyê dûr va ji bo derva siyaset kirin ne ji bo herêmê û ne jî ji bo Ermenistanê bi kêr tê û daxuyanî wiha dewam kir: "Ev yek ji hêla mêjiyê dixwaze nasnameyeke li ser nêrîneke dîrokî ya yek aliyî ku bi armanca neyartiya dijî hiqûqa navneteweyî ava bûye va hatiye avakirin. Ev êrîşa seqet a nijadperestiyê sor dike dibe sedema xemgîniyê lê ecêb nîne. Meqamên Ermenistanê bila aqlê xwe hildin serê xwe, nebin şirîkê pirsgirêkan, lazime li Qafqasyaya Başûr bibin perçeyekî çareseriyê û vê hîn bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE