Turkiyeyê bertek nîşanî yekîtiya ewropayê da

Wezareta Karên Derve: Hûn pêşî sozên xwe bînin cih

Turkiyeyê bertek nîşanî yekîtiya ewropayê da

Konseya têkiliyên derve ya Wezarîzên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê civîneke derasayî li dar xist û jê biyarek derket. Wezareta Karên Derve ya Turkiyeyê jî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî biryarê da. Di Daxuyaniya Wezaretê de wiha hat gotin:” Yekîtiya Ewropayê li şûna ku wê bangî Turkiyeyê bikin bike bila ewil sozên bîne cih.”

Wezareta Karên Derve bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê ya piştî civîna li Xirwatistanê da.

Di bertekê de wiha hat gotin:”Yekîtî bang li Turkiyeyê dike, divê li şûna bangê sozên dane bine cih.”

Ji daxuyaniya Wezareta Karên Derve:“Yekîtiya Ewropayê bi awayekî eşkere nîşan dide û fehm kiriye ku welatê me di mijarên penaber û ewlehiyê de ketiye nav şert û mercên çawa; ji bo barê penaberan hewl û xîreteke çawa dide. Ew carinan di mijara penaberan de hin welatan ji bo hedefên siyasî sûcdar dikin. Ev yek jî helwesta durûtiya wan nîşan dide. “

Wezareta Karên Derve rexne li helwesta Yewnanistanê ya li hemberî penaberan girt û di daxuyaniyê de wiha hat gotin:”Yekîtiya Ewropayê pişta Yewnanistanê digire. Bi vî awayî jî li dijî nirx û rêbazên xwe hereket dike.”

Ji daxuyaniya Wezareta Karên Derve:”Konseya têkiliyên derve ya yekîtiya ewropayê ji bo kesên ku bi îradeya xwe tên ber sînorên wan welatên ewle yên ewropayê û daxwaza parastina navneteweyî dikin, nabêje ‘penaber’, her tim peyva ‘koçber” bi kar tîne. Divê bi bikaranîna hin peyvan peymana cenevreyê û rêzikên yekîtiya ewropayê neyên piştguhkirin.”

Wezaretê di daxuyaniya xwe de bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku li gorî Peymana Avabûnê û li gorî hiqûqa xwe tevbigere.

Ji daxuyaniya Wezareta Karên Derve: “Yekîtiya ewropayê bang li Turkiyeyê dike. Divê li şûna bangê sozên xwe bi cih bîne û divê mitabeqeta 18ê adarê bi awayekî giştî bisepîne.”

Wezareta Karên Derve di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tevî Yewnanistanê divê hemû welatên endamên Yekîtiya Ewropayê li gorî berpirsyariyên xwe yên navneteweyî tevbigerin û divê serlêdanên penaberan bistînin.

Dîroka nûkirinê: 07 Adar 2020, 16:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE