"Turkiyeyê deriyê IMFyê bi awayê careke din veneke, girtiye"

Serokê Turkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir hewcedarî bi IMFyê tuneye û got: "Turkiyeyê deriyê IMFyê bi awayê ku carekî din veneke, girtiye."

"Turkiyeyê deriyê IMFyê bi awayê careke din veneke, girtiye"

Serokê Turkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir hewcedarî bi IMFyê tuneye û got: "Turkiyeyê deriyê IMFyê bi awayê ku carekî din veneke, girtiye."

Serokê Turkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan di roja dawîn a Civîna Şêwr û Nirxandinê ya AK Partiyê ya 27emîn a li Kizilcahamam Elîz Hotêlê hat kirin da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir ku wan ji destê kesên di heyamên krîtîk da li cem nayeran cih girtine gelek kişandin û wiha pê da çû: "Em ji wan kesên di heyamên herî krîtîk da li cem dijminên me sekinîn û hema ji çekên wan ên siyasî û aborî ra cebilxane birin, aciz in. Nûnerê herî mezin ê zîhniyeta ku me xemgîn dike partiya muxalefeta sereke CHP ye."

Di berdewamiya axaftina xwe da Serokomar Erdogan qala Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu kir û got ku ew tirsonek û bizdokî ye, ne milî û ne jî malî ye û wiha pê da çû: "Kemal Beg di bin peymana ewil a bi IMFyê ra îmzeya Gursel û di bin ya çar peymanên li pey wan jî ya Serokê Giştî yê CHPyê Înonu heye. Rabirdoya CHPya ku musîbeta IMFê li piyê welatê me piçikand, bi sabiqeyên siyasî û aborî yên xeternaktir va dagirtî ye. Hemd ji xwedê ra îro Turkiye gelekî ji asta pêwîstiya piştgiriya krediyê ya IMFê û alîkariya wê ya teknîkî dûr e"

Serok Erdogan got: "Partiya muxalefeta sereke mîna hergav dîsa li cem welatê xwe miletê xwe cih negirt û li hemberî wan sekinî û bi hezeyanan dixwaze navê berî hev bide. Navê vê muxalefet nîne, navê keysperestî jî nîne. Di heyameke ku lazime milet bikaribe bi hêvî li pêşerojê mêze bike da bi îftirayan kujeriya hêviyan kirinê hebe hebe adîtiye. Ez wisa bawer dikim CHP wê di hilbijartinên mehelî yên sala 2019an da careke din dersa ku hewce dike wê hilde. Partiyekê bifikirin, ligel ku 70 sal ji ser serdema ku bi coş û xurûşê va pêşwazî li alîkariya Amerîkayê dikir ra derbas bûye, lê hê jî di mehan zihniyetê da pêkutiyê dike. Dinya guheriye, Turkiye guheriye, mentiqê siyasî û aborî guheriye lêbelê CHP qet neguheriye. Navê vê ne îstiqrar, lê hovîtî ye."

- "Ji bo valakirina girtîgehan efû nayê derxistin"

Serok Erdogan li ser mija efûyê ya ku bi pêşniyaza MHPyê hat rojevê jî sekinî û ragihand ku di salên borî da jî gelek caran efû hatin derxistin û wiha pê da çû: "Ji bo valakirina girtîgehan efû nayê derxistin. Berê jî gelek efû hatin derxistin. Digotin 'Em ê vê efûyê derxin û ji hêla ranta siyasî va jê îstifade bikin' em nikarin wiha bifikirin. Tesîskirina edaletê bi hiqûqê pêk tê, bi verastkirinên li ser piya nabe. Di mijara meseleyên tên rojeva me da bêyî ku em di mêzîna wijdana xwe da nepîvin, em ê wisa elelecele biryarê nedin. Em ê jî wan xeletiyên ku berê hatin kirin û di wijdana miletê me da birîn hiştin, nekin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di mijara efûyê da mîzana wan a sereke wîcdana giştî ye û wiha domand: "Pîvana me ya sereke di van mijarên nîqaşê da, wijdana giştî ye. Tu karekî ku di berjewendiya kes û kûsan da ye, lêbelê dijî hîsiyata hevpar a gelê me ye, ji bo me ne meqbûl e."

- Serwendabûna rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi

Serok Erdogan piştî axaftinê ji bo serwerbûna rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi jî bersiva pirsên rojnamegeran da û got: "Bendewariya min hê jî niyeta pak e, înşelah em ê bi rewşeke ku em naxwazin ra rûbirû nemînin. Wek Serokomar ez li pey me, dişopînim, encama ku ji vê derê derbikeve çi dibe bila be em ê wê yekê bi dinyayê ra parve bikin. Hemû têketin û derketinên balyozxaneyê tên lêkolînkirin. Em dixwazin bi lez û bez encamekê bidestbixin."

Di mijara pêşniyaza efûyê da jî got ku ew teklîf ji hêla MHPyê va hatiye û wiha domand: "Pêşniyaza MHPyê aîdê wê ye. Em wek AK Partî bi pêşniyazeke çawa derkevin pêş, heta çi merheleyê bînin, ev hemû tişt piştî xebatên hevalên me wê derkevin meydanê. Piştî vegera Macaristanê, xebatên hevalên me yên hiqûqnas jî hene, em ê van xebatan hemû bikin yek û ez ê ji wan brîfîngê bistînim. Di encama van birîfîngan da em ê rabigihînin ka em ê helwesteke çawa nîşan bidin."

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Cotmeh 2018, 18:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE