Turkiyeyê deriyên sînor ji bo rêwiyên ji 9 welatên Ewropayê tên girt

 Turkiyeyê hemû deriyên xwe yên ser sînoran li ber rêwiyên ku ji Almanya, Spanya, Fransa, Awistirya, Norwêc, Danîmarka, Swêd, Belçîka û Hollandaya welatên Ewropayê ra ji saet 08.00an pê va girt.

Li gor giştînameya ku di çarçoveya têkoşîna ji bo şewba koronavîrusa bi tîpa nû (Kovîd-19) da bi îmzeya Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu hat weşandin rêwîtiya ji Turkiyeyê ya ber bi wan welatan va bo demeke berwext hat sekinandin.

Giştîname ji walîtiyên hemû bajaran, midûriyetên ewlehiyê, fermandariyên cendermeyan, Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçê û amirtiyên îdareya milkî ya hidûd ra hat şandin

Di giştînameyê da hat gotin ku Kovîd-19 Îtalya di serî da li welatên Ewropayê belav bûye û dibe sedema mirina gelek kesan û li ser pêşniyaza Wezareta Tenduristiyê û Lijneya Zanistê li hemberî welatên wek Almanya, Spanya, Fransa, Awistirya, Norwêc, Danîmarka, Swêd, Belçîka û Hollandaya ku nexweşî bi lez û bez lê belav dibe hin tewdîr hatin hildan.

Hat gotin ku deriyên sînor ên Tirkiyeyê wê li welatî û rêwiyên ji Almanya, Spanya, Fransa, Awistirya, Norveç, Danîmarka, Swêd, Belçîka û Hollandayê tên saet ji 08.00an pê va hat girtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE