"Türkiyeyê di 17 salan da di zanist û teknolojiyê da jî qeydên xwe şikênandine"

Erdogan: "Türkiyeyê di 17 salan da wekî her qadekê di zanist û teknolojiyê da jî qeydên xwe şikênandine û bend û sînorên xêzkirî, ji holê rakirine."

"Türkiyeyê di 17 salan da di zanist û teknolojiyê da jî qeydên xwe şikênandine"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Çi duh çi îro heger mirov zanistê li ser Rojava bihesibîne û alimên Misilman tune bihesibîne, heger mexsûs nebe, mirov vê yekê bi tenê dikare bi cehaletê îzah bike."

Serok Erdogan li Balafirgeha İstanbulê di axaftina xwe ya li Merasima Girtinê ya Sala Prof. Dr. Fuat Sezgin da sipasiya kuratorên Pêşangeha Dîroka Zanist û Teknolojiya Îslamî ya Pêşengên Zanista Nûjen û kargerên Balafirgeha İstanbulê kir.

Erdogan, bi rehmet Prof. Dr. Fuat Sezgin ku di pêşangehê da beşeke taybet a li ser navê wî heye, bi bîr anî û got ku ji ber xebatên wî yên di warê dîroka zanist û teknolojiya Îslamî da ew ê timî qenc were bibîranîn.

Serok Edogan bal kişand ku hesibandina zanistê li ser xaneya Rojava, xeletiyeke pir mezin e û wiha got, "Çi duh çi îro heger mirov zanistê li ser Rojava bihesibîne û alimên Misilman tune bihesibîne, heger mexsûs nebe, mirov vê yekê bi tenê dikare bi cehaletê îzah bike."

Erdogan wiha bal kişand, "Saziyên me ji dêvla ku karê xwe yê eslî bikin, bi mijarên wek cil û bergên xwendekaran ra ketin û ji bo vê di ilim da pêşketin çênedibû."

- "Türkiyeyê di 17 salan da qeyd û bend şikênandine"

Erdogan bal kişand ku di warê zanist û teknolojiyê da li Türkiyeyê di 17 salên derbasbûyî da xebatên mezin hatin kirin û wiha bal kişand, "Tirkiyeyê di 17 salan da wekî her qadekê di zanist û teknolojiyê da jî qeydên xwe şikênandine û bend û sînorên xêzkirî, ji holê rakirine."

Serok Erdogan herwiha got, "Înşeallah em ê roja înê beşdarî merasima danasînê ya 'Projeya Otomobîla Türkiyeyê' bibin."

Herî dawî Erdogan pîrozbahî li kedkarên pêşangehê kir û wiha axivî, "Înşelah ev pêşangeh dê salekê dewam bike. Seranserê salekê rehber dê van berhemên tên nîşankirin, bi turîst û rêwiyan bidin naskirin. Ez zanyar û bîrewerên me bi rehmet bi bîr tînim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE