“Türkiyeyê di 19 salên dawîn da di pîşesaziya parastinê da şoreşek kiriye“

“Türkiyeyê di 19 salên dawîn da di pîşesaziya parastinê da şoreşek kiriye“

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Tirkiyeyê di 19 salên dawîn da mîna gelek waran di pîşesaziya parastinê da jî şoreşek kiriye."

Erdogan li Navenda Kongre û Fuarê ya TUYAPê di Merasima Vekirina Fuara Pîşesaziya Parastinê ya Navneteweyî ya 15emîn ya ÎDEF'21ê da axivî.

Serok Erdogan der barê Fuara IDEFê da got ku peyman û protokolên li vir hatin îmzekirin nîşan didin ku fuara me di warê pîşesaziya parastinê da ji xwe ra ciyekî kurewî bi dest xistiye.

Erdogan diyar kir Tirkiye dewleteke wisa ye ku bi kêfxweşî dixwaze qabiliyet û derfetên di warê pîşesaziya parastinê da pêşva biriye bi dostên xwe ra parve bike û wiha got, "Li gorî qinaeta me avakirina aştî, hizûr û îstiqrara li herêma me û li dinyayê girêdayî hevsengeke adil ya di pîşesaziya parastinê da ye."

Serok Erdogan destnîşan kir Tirkiyeyê di 19 salên dawîn da mîna gelek waran di pîşesaziya parastinê da jî şoreşek kiriye û wiha axivî, "Îxracata me ya parastin û hewageriyê ku berê nedigihîşt 250 milyon dolarî niha sînorê 3 milyar dolarî derbas kiriye. Di pîşesaziya parastinê da pêwistiya me bi derva ji sedî 80yî daketiye ji sedî 20î. Di sêwirandin, çêkirin û firotina wesaîtên esmanî yên bêmirov da ku serkeftina xwe li qadê nîşan dane em li dinyayê di nav 3-4 dewletên ewil da ne."

Erdogan got ku em tu wextî nabin ji wan kesan ku bi deh hezar kîlomêtroyan dûrî sînorên xwe di bin navê têkoşîna dijî terorê da bi ser însanên sivîl û mesûm da bombeyan dibarînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE