Turkiyeyê ekîbeke taybet a noqavan şand mûsilê

20 noqav ji bo xebatên lêgerînê çûn Mûsilê

Turkiyeyê ekîbeke taybet a noqavan şand mûsilê

Li Mûsilê, di qezaya ferîbotê de gelek kes mirin. Hin cenaze jî hêj nehatine derxistin. Tirkiye ji bo ku cenazeyan derxin, ekîbeke taybet a noqavan şand mûsilê.

Li Musilê, di Cejna Newrozê de ferîbotek noqî avê bû. Di qezayê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da.

Lê hêj hin cenaze nehatine derxistin. Tirkiyê refekî noqavan şand Mûsilê.

20 noqavên xwedantecrûbe gihîştin Hewlêrê.

Serfîrê Hewlêrê Hakan Karaçay pêşwazîya wan kir.

Ekîb bi balafirê hat û ji xwe re malzemeyên taybet ên xilaskirinê jî anîn.

Di qezayê de ji sedî zêdetir kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Dîroka nûkirinê: 04 Nîsan 2019, 12:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE