Türkiyeyê ji Îtalyayê ra dubare got ku ew ji fealiyetên PKKya rêxistina terorê aciz in

Türkiyeyê ji Îtalyayê ra dubare got ku ew ji fealiyetên PKKya rêxistina terorê aciz in

Hat ragihandin, Türkiyeyê ji Îtalyayê ra dubare got ku ew ji fealiyetên PKKya rêxistina terorê aciz in.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat hildan, digel teşebisên ku Balyozxaneya Romayê ya Türkiyeyê kirin, herî dawî di 4ê hezîrana 2022yê da li Romayê di xwepêşandinê da sembolên PKKyê û wêneyên serkirdeyê terorîstan hatin pêşandin. Ji bo ku Türkiye aciziya xwe îfade bike, wan gazî Balyozê Enqereyê yê Îtalyayê Giorgio Marrapodi kir ku were wezaretê. Ji balyoz ra fikr û raman û daxwazên Türkiyeyê hatin gotin.

Di hevdîtinê da ji balyoz ra hat gotin, Türkiye aciz e ku PKK li ber çavê qamûyê propagandaya reş dike, bi navê saziya civaka sivîl fealiyetan dimeşîne û şaredariyên Îtalyan hemşehrîtiya fexrî dide serkirdeyê terorîstan. Her wiha daxwaz hat kirin ku çalakiyên bi vî rengî yên rêxistina terorê û alîgirên wê werin astengkirin û rayedarên wezaretê li ser berpirsiyariya têkoşîna terorê ya hikûmeta Îtalyan sekinîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE