Türkiyeyê ragihand Amerîkayê biryardar e ku li Sûriyeyê tevdîrên hewce hilde

Türkiyeyê ragihand Amerîkayê biryardar e ku li Sûriyeyê tevdîrên hewce hilde

Alîkarê Wezîrê Karên Derva Balyoz Sedat Onal ji Lînda Thomas-Greenfîelda Nûnera Daimî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerîkayê ra diyar kir ku Türkiye dijî rêxistinên terorê yên ku ewlehiya neteweyî tehdîd dikin ji niha pê va jî tevdîrên hewce hilde.

Li gor daxuyaniya wezaretê Alîkarê Wezîr Sedat Onal bi têlefonê bi Thomas-Greenfîelda Hatayê ziyaret kir ra axivî.

Di axaftinê da Thomas-Greenfîelda Nûnera Daimî diyar kir bi fikar in ku Türkiye li bakurê Sûriyeyê operasyoneke eskerî bike. Onal li ser vê ragihand ku PKK/YPG/PYDya rêxsitina terorê ne tenê ji bo yekîtiya axa Sûriyeyê tehdîd e, ji bo ewlehiya neteweyî û yekîtiya axa Türkiyeyê jî tehdîd e hikmên di mutebeqata ku di cotmeha 2019an da bi Amerîka û Federasyona Rûsyayê ra li hev kirin heta îro nehatine bi cî anîn.

Onal herwiha ji Thomas-Greenfîeldê ra got ku di van demên dawîn da tehdîda terorê ya ji wê herêma ya ser Türkiyeyû zêdetir bûye, mimkûn nîne ku Türkiye hember van êrîşên ku hêzên ewlehiyê, sivîlan û sînorên Türkiyeyê hedef digire û pêşvexistina rojeva dabeşkar ra bêdeng bimîne, Türkiye dê ji niha pê va jî dijî rêxistinên terorê yên ku berjewendiyên ewlehiya neteweyî tehdîd dike tevdîrên hewce hilde.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE