Türkiyeyê êrîşa dijî Erebistana Siûdî şermezar kir

Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin ew êrîşa bi moşek û wesayîtên bêmirov va li Erebistana Siûdî hat kirin şermezar dikin.

Türkiyeyê êrîşa dijî Erebistana Siûdî şermezar kir

Wezareta Karên Derva êrîşa ku duh li Erebistana Siûdî dijî sivîlan hat kirin şermezar kir.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin ew êrîşa bi moşek û wesayîtên bêmirov va li Erebistana Siûdî hat kirin şermezar dikin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Divê ev êrîşên terorê yên aramî û îstiqrara herêma me hedef digirin demildest bi dawî bibin. Di vê çarçoveyê da em hevkariya xwe ya bi Erebistana Siûdî û piştgiriya ewlehiya herêma Kendavê ra jî careke din destnîşan dikin."

Êrîşên Hûsiyan ên dijî Erebistana Siûdî

Berdevkê Eskerî yê Hûsiyan Yehya Serî îdia kiribû ku ji bilî Riyada paytextê Erebistana Siûdî wan bi moşek û ÎHAyan va êrîşî Cide, Cîzan û hin herêmên din jî kiriye.

Turkî el Malikiyê Berdevkê Koalîsyona Ereban a li Yêmenê piştgiriyê dide hikûmetê jî daxuyandibû ku li Cideyê dijî tesîseke neftê ya Aramcoyê êrîş hat kirin.

Malikî gotibû êrîş ji hêla Hûsiyên Îran piştgiriyê dide wan va hatiye kirin û di du depoyên neftê da şewat derketiye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE