Turkiyeyê êrîşa terorê ya Kolombiyayê şermezar kir

"Em vê êrîşa terorê şermezar dikin. Serê gelê Kolombiyayê sax be û Xwedê şifayê bide birîndaran"

Turkiyeyê êrîşa terorê ya Kolombiyayê şermezar kir

Tirkiyeyê êrîşa terorê ya ku li Bogotaya paytextê Kolombiyayê hatibû kirin şermezar kir. 

Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê der barê êrîşê da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li başûrê Kolombiyayê Akademiya Polêsan a General Santandera li başûrê Kolombiyayê duh êrîşeke terorê çêbû û wiha hat gotin:

"Em ji ber vê êrîşê gelek xemgîn in. Em vê êrîşa terorê şermezar dikin. Serê gelê Kolombiyayê sax be, Xwedê şifayê bide birîndaran."

Duh li Bogotaya paytextê Kolombiyayê li ber Akademiya Polêsan a General Santanderê bi wesayîta bombeberakirî êrîşa terorê hatibû kirin. Di êrîşê da piraniya wan polês bi tevahî 21 kes miribûn û 68 kes jî birîndar bûbûn. 

Serdozgerê Kolombiyayê Nestor Humberto Martînez daxuyanî dabû û gotibû êrîşkar Jose Aldemar Rojas Rodrîguezê hemwelatiyê Kolombiyayê ye û di êrîşê da 80 kîlo teqemenî bi kar aniye. AA

Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE