Türkiyeyê êrîşên esmanî yên ku Îsraîlê birin ser Xezeyê û zarok jî tê da gelek merivên bêsûc û guneh hatin kuştin, bi tundî lenet kir.
Wezareta Karên Derva li ser êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xezeyê daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Em êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xezeyê û zarok jî di nav da gelek merivên bêsûc û guneh kuştin, bi tundî lenet dikin. Îsraîl berpirsê esil e ku li ser axa Filistînê bûyer ev qas zêde bûne."
AA