Türkiyeyê sûîqesda dijî Serokê Dewleta Haitiyê Moise şermezar kir

Türkiyeyê sûîqesda dijî Serokê Dewleta Haitiyê Moise şermezar kir

Wezareta Karên Derva, sûîqesda dijî Serokê Dewleta Haitiyê Jovenel Moise bi awayê herî tund şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da hat diyarkirin ku ew bi xemgîniyeke mezin pê hesiyan ku Serokê Dewleta Haitiyê di êrîşa menfûr da hat kuştin.

Di daxuyaniyê da ji bo malbat û xizmên Moise û her wiha gelê Haitiyê serxweşî hat xwestin û wiha hat gotin, "Em vê êrîşa xaîn bi awayê herî tund şermezar dikin, daxwaza me ew e ku dê di kurtedemekê da failan derxin ber edaletê."

Serokê Dewleta Haitiyê Moise yê 53 salî di êrîşa dijî mala wî ya bi destê komeke çekdar da hatibû kuştin. Rewşa jina wî Martine Moise ku di êrîşê da birîndar bûbû jî giran e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE