Wezareta Karên Derva ya Türkiyeyê êrîşa ku hêzên ewlehiya Îsraîlê li Mescida Eqsayê bir ser Filistîniyên îbadet dikir bi tundî şermezar kir.
Wezareta Karên Derva ji ber midaxeleya hêzên ewlehiya Îsraîlê li Filistîniyên li Mescida Eqsayê îbadetên xwe dikir daxuyanî weşand.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Em wan êrîşên hêzên ewlehiya Îsraîlê ku li Mescida Eqsayê birin ser Filistîniyên îbadet dikirin û gelek Filistînî birîndar bûn, bi tundî şermezar dikin."
Hat gotin ku Îsraîlê seranserê meha remezanê azadiya îbadetê ya gelê Filistînê û statuya Harema Şerîf ji xwe ra kir hedef û wiha hat domandin: "Em ji hikûmeta Îsraîlê ya ku rê li van bûyerên îşev vekir dixwazin bila dawî li hewla xwe ya êrîşkar û provakatîf bîne û bi eqlê selîm tevbigere."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Türkiye wê piştevaniyê bide doza heq a gelê Filistînê.
AA