Twitterê hesabê Trump wek mayînde rawestand

Ekîba ewlehiyê ya Twitterê di daxuyaniya nivîskî da gotin ku wan li peyamên dawîn ên Trump ji ser hesabê xwe parve kir mêze kirin û berteka li hemberî wan kontrol kirin û ji ber rîska zêdekirina tundiyê jî hesabê wî awayek mayînde tebitandin.

Twitterê hesabê Trump wek mayînde rawestand

Twittera platforma medyaya civakî ragihand ku wan awayek mayînde hesabê Serokê Amerîkayê Donald Trump tebitand.

Ekîba ewlehiyê ya Twitterê di daxuyaniya nivîskî da gotin ku wan li peyamên dawîn ên Trump ji ser hesabê xwe parve kir mêze kirin û berteka li hemberî wan kontrol kirin û ji ber rîska zêdekirina tundiyê jî hesabê wî awayek mayînde tebitandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Twitter dengê lîderên dinyayê û rayedarên hilbijartî yên gel dide bihîstin û wiha hat domandin: "Lê di demên dawîn da me awayek eşkere got ku ew nikarin Twitterê ji bo belavbuna tundiyê bikarbînin û hesabên lîderan jî di ser rê û rêgezên me da nînin. Em ê di mijara polîtîkaya xwe da û cureyên sepandina wê da jî awayekî eşkere tevbigerin."

Twitterê piştî bûyerên bi ser Kongreyê da girtinê roja çarşemiyê hesabê Trump qasî 12 saetan tebitand û ragihand ku heke ji ser hesab parvekirinên rê li tundiyê vedikin bidomin ewê heman hesabî bigirin.

Trump piştî ku hesabê wî yê Twitterê awayek mayînde hat tebitandin ji ser "POTUS" a hesabê femî yê meqamê serokatiyê ye daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: "Ev demeke dirêj bû ku min digot Twitter di mijara azadiya derbirînê da gelek pêşva diçe û îro jî xebatkarên Twitterê ji bo dengê min bibirin û ji vê platformê rakin bi Demokratan û çepkirên radîkal ra hevkariyê dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE