Ukrayna: Rûsyayê şaredarên 14 bajaran dîl girtiye

ji bo berdana wan di qada navneteweyî da çareseriyê digerin.

Ukrayna: Rûsyayê şaredarên 14 bajaran dîl girtiye

Alîkara Serokwezîrê Ukraynayê Îrîna Veresçukê daxuyand şaredarên 14 bajaran ji hêla Rûsyayê va dîl hatine girtin ku ew ji bo berdana wan di qada navneteweyî da çareseriyê digerin.

Veresçukê der barê pevguhertina kesên dîl hatine girtin da wiha got: "Rûsya dixwaze di vê mijarê da wekhevî hebe. Dibêje ji bo behrevanan behrevan, ji bo parêzvanên sînor parêzvanên sînor. Ez vê pirsê dipirsim, baş e ji bo şaredarên 14 bajaran em ê wan bi kî va biguherînin? Em hewl didin vê pirsgirêkê di qada navneteweyî da çareser bikin."

Pevguhertina kesên dîl hatine girtin di navbera Rûsya û Ukraynayê da di 24ê adarê da dest pê kiribû. Ukraynayê ji keştiya xelaskirinê ya bi navê "Sapfir"ê 19 behrevanên sivîl û 10 eskerên xwe ji Rûsyayê xelas kiribû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE