Vaksîna Kovîd-19: Li seranserê cîhanê ji milyarek û 500 milyonî zêdetir doz hatiye kirin

Li seranserê cîhanê zêdetir ji milyarek û 500 milyon dozî vaksîna Kovîd-19ê hatiye kirin

Vaksîna Kovîd-19: Li seranserê cîhanê ji milyarek û 500 milyonî zêdetir doz hatiye kirin

Li seranserê cîhanê hejmara doza vaksîna cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ya ku hat kirin, heta îro milyarek û 500 milyon derbas kiriye.

Li gorî malpera "Ourworldindata.org"ê ya ku daneyên derbarê vaksîna Kovîd-19ê lê tê komkirin, Çin bi 421 milyon û 990 hezar dozî di rêza serî de ye, piştî wê bi 273 milyon û 550 hezarî DYA tê.

Bi dû wan de bi 183 milyon û 820 hezarî Hîndistan, bi 56 milyon û 990 hezarî Îngiltere, bi 53 milyon û 620 hezarî Brezîlya, bi 40 milyon û 80 hezarî Almanya, bi 29 milyon û 15 hezarî Fransa, bi 27 milyon û 920 hezarî Îtalya, bi 26 milyon û 657 hezarî Tirkiye, bi 24 milyon û 90 hezarî Rûsya, bi 23 milyon û 300 hezarî Meksîka, bi 22 milyon û 920 hezarî Îndonêzya, bi 22 milyon û 310 hezarî Îspanya, bi 18 milyon û 810 hezarî Kanada, bi 16 milyon û 570 hezarî Çilî, bi 15 milyon û 880 hezarî Polonya, bi 11 milyon û 490 hezarî Îmarat, bi 11 milyon û 420 hezarî Erebistana Siûdî, bi 11 milyonan Mexrib û bi 10 milyon û 530 hezarî Îsrail tê.

Li gorî nifûsê ya li gor di her 100 hezar kesî de welatê ku herî zêde vaksîn hatiye kirin welatê Seyşêlê ye. Li wî welatî ev rêje 133,77 e.

- Tirkiye di rêza 9an de ye

Li gorî daneyên Wezareta Tanduristiyê li Tirkiyeyê heta îro 26 milyon û 657 hezar doza vaksînê hatiye kirin.

Tirkiye di warê vaksîna giştî de ji bo herdu dozan li asta cîhanê, dikeve rêza 9an.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE