"Vegera welatiyên me yên Stenbolî ji bo vê hilbijartinê pir girîng e"

Serok Erdogan: "Ez bawer dikim ku bi taybetî welatiyên me yên derketine dervayî Stenbolê, vegera hemşehriyên me yên Stenbolî ji bo vê hilbijartinê pir û pir girîng e"

"Vegera welatiyên me yên Stenbolî ji bo vê hilbijartinê pir girîng e"

Serok Erdogan: "Ez bawer dikim ku bi taybetî welatiyên me yên derketine dervayî Stenbolê, vegera hemşehriyên me yên Stenbolî ji bo vê hilbijartinê pir û pir girîng e, lewra girîng e ku hemşehriyên me yên Stenbolî vê wezîfeya xwe ya demokratîk bi heqî cih bînin."

"(Qanûna efûyê) Wezareta me ya Edaletê van xebatan dimeşîne, dema ku kuta bû em ê bi raya giştî ra parve bikin."

"(Li Rojhilata Behra Spî) Mafê hemnijadên me yên Tirk ên Qibrîsa Bakur jî hene. Em van mafan bi yên qet eleqeya wan pê tuneye nadin xwarin."

"(Li Rojhilata Behra Spî) Li vê herêmê çi dertê bira derê, ev dibe ku neft be dibe ku tiştekî din be, mafê Qibrîsa Başûr çi qas tê da hebe, bi heman awayî li gor hiqûqa navneteweyî mafê hemnijadên me yên Tirk ên li Kibrisa Bakur jî tê da heye. Bira kes li qusûrê nenihêre, em vê bi tu kesên ku eleqeya wan pê tuneye jî nadin xwarin."

 "Em biryardar in ku vê gavê li herêmên aboriyê yên terxanbûyî, bi taybetî mafên birayên xwe yên Qibrîsa Bakur, mafên hemnijadên xwe yên Tirk heta dawîn biparêzin. Ji bo vê jî vê gavê keştiyên me yên me nû kirîn, keştiyên me yên li devera lêgerînê jî neqlî herêmê dikin. Xebatên wan jî hene. Ji bo parastina wan firqateynan Hêzên me yên Çekdar jî hemû li wê derê ne." 

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Hezîran 2019, 09:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE