"Veguherîna Mezin a Erdhejê ya ku sala 2012an hat destpêkirin, li çarheqalê Tirkiyeyê bênavber tê domandin"

"Veguherîna Mezin a Erdhejê ya ku sala 2012an hat destpêkirin, li çarheqalê Tirkiyeyê bênavber tê domandin"

 Serokomar Recep Tayyip Erdogan ragihand, tevgera Veguherîna Mezin a Erdhejê ya ku sala 2012an hat destpêkirin, li çarheqalê Tirkiyeyê bênavber tê domandin.

Erdogan di parvekirina xwe ya li ser Twitterê da bal kişand ku wan di çarçoveya xebatên veguherîna bajêr da stoqa avahiyên saxlem ên ji bo erdhejê, herdem zêde kir û wiha dewam kir:

"Tevgera Veguherîna Mezin a Erdhejê ya ku me di sala 2012an da destpêkirin, li çarheqalê Tirkiyeyê bênavber tê domandin. Di vê çarçoveyê da li 81 parêzgeh û 922 navçeyan veguherîna erdhejê ya 300 hezar xaniyî hat kirin. Ji van xaniyan 100 hezar jê li Stenbolê ne û nirxê veberhênana wê jî 90 milyar lire ye. 

Her wisa em bi baxçeyên milet va bajarên xwe xweş dikin. Dîsa heta roja îro me 2,5 milyon xaniyên veguherîna bajêr û yên civakî temam kirin. Me ewlehiya can û malê 10 milyon welatiyên xwe hilda bin parastinê. Li bajarên ku erdhej û lehiyê zirar dayê em xaniyan çêdikin û di vê çarçoveyê da em li Elezîzê 24 hezar û 83, li Meletiyê 6 hezar û 262, li Îzmirê 5 hezar û 93, li Gîresunê 619, li Rîzeyê 378 xaniyan çêdikin. Her wisa em li Elezîz, Meletî, Bîngol, Gîresun, Manîsa, Wan, Adiyeman, Erzirom, Çanakkale, Afyon, Îzmir, Diyarbekir, Tuncelî, Erzingan, Rîze û Antalyayê 9 hezar û 478 malên gundan û 3 hezar û 767 gom û tewleyan çêdikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE