Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov got heke yeqîneyên terorê yên YPG/PKKyê ji sînorê Sûriyeyê venekişin, artêşa Tirkiyeyê wê ji ser wan ra derbas bibe.
Peskov der barê mutabaqata di navbera Tirkiye û Rûsyayê da daxuyanî da rojnamevanan.
Peskov got di salên dawîn da Amerîka mutefîqê herî nêzîk ê YPG/PKKyê bû û wiha axivî: “Di dawiya da Amerîkayê terka wan kir, ji aliyekî va îxanet li wan kir. Niha wan li ser sînor dihêle û dixwaze ew bi Tirkan ra şer bikin."
Peskov anî ziman li gor peymanê divê YPG/PKKyê ji sînorê Sûriyeyê vekişe û wiha dewam kir: "Heke ew venekişin hêzên ewlehiya sînor ê Sûriyeyê û polêsê eskerî yê Rûsyayê mecbur bimîne vekişe. Heke di çarçoveya mutabaqata di navbera Rûsya û Tirkiyeyê da ew venekişin artêşa Tirkiyeyê wê ji ser wan ra derbas bibe."AA