Vekişîna ji Sûriyeyê:Peywendiya Netanyahû û Trump

Di daxuyaniya nivîskî ya ji Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê de hat destnîşankirin ku Netanyahû û Trump peywendiyeke telefonî encam dane.

Vekişîna ji Sûriyeyê:Peywendiya Netanyahû û Trump

 Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû bi peywendiyeke telefonî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re derbarê biryara Washingtonê ya vekişîna ji Sûriyeyê axivî.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê de hat destnîşankirin ku Netanyahû û Trump peywendiyeke telefonî encam dane.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku herdu serokan biryara vekişîna ji Sûriyeyê ya Amerîkayê gotûbêjkirine û cih dan van îfadeyan: "Trump û Netanyahû derbarê mijara di têkoşîna dijî êrîşên Îranê de zêdekirina hevkariya di navebera Îsraîl û Amerîkayê de, danustana fikrê hat kirin."

Hat ragihandin ku piştî biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê, ev yekem peywendiya telefonî ya di navbera Netanyahû û Trump de bû û derbarê naveroka axaftinê zêdetir agahî nehat dayîn.

Dîroka nûkirinê: 21 Kanûn 2018, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE