Verastkirina deynên prîma tenduristiyê

Deyndarên prîma Sîgortaya Tenduristiyê wê dîsa xizmeta tenduristiyê bistînin

Verastkirina deynên prîma tenduristiyê

Ji bo deyndarên sîgortaya tenduristiyê mizgîniyek heye. Deyndar û xizmên wan ên girêdayî wan e, dê heta dawiya salê karibin bêpere xizmetên tendûristiyê bigrin. Biryara bi îmzeya Serok Recep Tayyip Erdoğan di rojnameya fermî de hat weşandin.

Kesên ku deynên xwe yên prîma sîgorteya tenduristiyê ya giştî nedane wê heta dawiya salê karibin bêxpere xizmeta tenduristiyê bigrin.

Biryara bi îmzeya Serok Recep Tayyip Erdoğan di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Ji bo deynên prîma Sîgortaya Tenduristiyê verastkirineke demkî hat kirin.

Deyndarên Sîgortaya Tendûristiyê û xizmên wan ên girêdayî wan dikarin bêpere biçin nexweşxaneyan tedawî bibin û dermanên xwe ji ser sîgortayê bistînin.

Mafê tenduristiyê yê belaş wê heta 31ê Kanûna 2019an dewam bike.

Bi vê verastkirinê, deyndarên sîgortaya tenduristiyê dikarin bêpere biçin nexweşxaneyên dewlet û zanîngehên dewletê.

Dîroka nûkirinê: 29 Adar 2019, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE