Verastkirina eskeriya biberdêl ket rewacê

Di Rojnameya Fermî da "Qanûna Der Barê Guherandina BHQya bi jimara 663an û Qanûna Eskeriyê" ya ku verastkirina eskeriya biberdêl jî di nav da bû hat weşandin.

Verastkirina eskeriya biberdêl ket rewacê

Di Rojnameya Fermî da "Qanûna Der Barê Guherandina Biryarnameya di Hikmê Qanûnê da (BHQ) ya bi jimara 663an û Qanûna Eskeriyê" ya ku verastkirina eskeriya biberdêl jî di nav da bû hat weşandin.

Bi vê qanûnê va welatiyên Tirkiyeyê yên ku li dervayê welêt dijîn û dixwazin ji eskeriya biberdêl îstifa bikin berê hezar ewro didan û ev reqam êdî wê 2 hezar ewro be û sînorê emir yê jor ku 38 bû ew jî hat rakirin.

Li gor qanûnê kesên li dervayê welêt wê ji vê verastkirinê îstifade bikin divê herî kêm 3 sal be ku li dervayê welêt bin û li wir xwedî kar û sinaetekî bin. Ew kes ji bo eskeriya biberdêl wê bi navbeynkariya konsolosxaneyan serî li şaxên eskeriyeyê bidin.

Di çarçoveya vê qanûnê da ku ji roja ket rewacê pê va sedem çi dibe bila be ew kesên beriya 1ê rêbendana sala 1994an hatibin dinyayê û eskeriya xwe nekiribin wê ji vê verastkirinê îstifade bikin.

Her ferdê ku dixwaze ji eskeriya biberdêl îstifade bike ji roja qanûn ket rewacê heta sê mehan divê serî li şaxên eskerî û nûneriyên li dervayê welêt bixe.

Ji bo eskeriya biberdêl wê 15 hezar TL bê razandin û 21 roj jî eskerî bê kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE