"Wê bi milet çok nedin vedan"

Serok Erdogan: "Êrîşî sînorên me jî, alaya me jî azana me jî aboriya me jî bikin, wê bi milet çok nedin vedan, ji ber vê 31 adarê hilbijartina beqayê ye"

"Wê bi milet çok nedin vedan"

Serok Recep Tayyîp Erdogan di mitînga partiya xwe ya li Kuçukçekmeceya Stenbolê de bangî gel kir.

Serok Erdogan der barê nîqaşên li ser IMFyê da wiha got: "Ez bangî CHPyê dikim; çi dibêje? 'Ev ê niha diçin IMFyê'. Hûn çûn IMFyê hûn... Dema em hatin me IMF di hembêza xwe da dît."

Erdogan di xeberdana xwe da balê kişand ser xebatên di warê parastina neteweyî da wiha got: "Em vêga wesayîta bêmirov çêdikin an na? Em wesayîta hewayî ya bêmirov a çekdar çêdikin an na? Vêga merhaleya sêyemîn tê. Înşeallah em ê ya mezintir jî çêkin."

Serok Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da wiha got: "Êrîşî sînorên me jî, alaya me jî azana me jî aboriya me jî bikin, wê bi milet çok nedin vedan, ji ber vê 31 adarê hilbijartina beqayê ye."

Mitînga AK Partiyê ya Beylikduzuyê

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Li Tirkiyeyê bi navê Kudistanê ma ciyek heye? Mirovê bêbingeh ku jê ra dibêjin Sezaî Temellî, ji xwe Kurd jî nîne, lê birayên min ên Kurd îstismar dike."

Erdoğan li kêleka Mizgefta Fatîh Sultan Mehmet di mitînga AK Partiyê ya Beylikduzu da axivî.

Serok Erdogan di xeberdana xwe da got ku qasî ku ez dibînim Beylîkduzu amade dibe ku di 31ê adarê da rûpeleke nû veke û destpêkeke nû bike û wiha dewam kir: "Ez wisa bawerim ku ji 31ê Adarê pê va li Beylukduzuyê hûnê êdî dawiya heyama fetretê ya 5 salî bînin."

Erdogan destnîşan kir Bînalî Begê ku em bi salane bi hevra ne, rêheval in û hevalê dozê ne îro di siyaseta berheman da marqeya welatê me ye û wiha got: "Niha çiyê vî kesê ku ji vir derketiye marqe ye?"

Serok Erdogan diyar kir li Tirkiyeyê bi navê Kudistanê ma ciyek heye? û wiha axivî: "Mirovê bêbingeh ku jê ra dibêjin Sezaî Temellî, ji xwe Kurd jî nîne, lê birayên min ên Kurd îstismar dike."

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE