"Wê edalet destûrê nede kesên dixwazin xwîşk û biratiya me suîstîmal bikin"

"Wê edalet destûrê nede kesên dixwazin xwîşk û biratiya me suîstîmal bikin"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul ji bona kesên li ser medyaya civakî der barê erdheja li Îzmirê da parvekirinên provokatîf dikin da wiha got: "Tu kes nikare xwîşk û biratiya me suîstîmal bike. Wê edalet destûrê nede van kesan."

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk û Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul li Navenda Banga Acîl ya 112yê ya Îzmirê di daxuyaniya çapemeniyê da axivîn.

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul ji bona kesên li ser medyaya civakî der barê erdheja li Îzmirê da parvekirinên provokatîf dikin da wiha axivî: "Serdozgeriyên Komarê der barê kesên vê êşa me parve nakin û di nav vegotina nefretê da ne lêpirsînê dikin. Li 10 bajaran tehqîqat hatine kirin û 3 kes li Tekirdax, Adiyeman û Gazîentebê hatine binçavkirin. Tu kes nikare xwîşk û biratiya me suîstîmal bike. Wê edalet destûrê nede van kesan."

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê jî der barê erdheja li Îzmirê da destnîşan kir bi 5 milyon lireyî alîkariya acîl derxistine û got ku 3 milyon lire jî AFADê şandibû û pereyê ji bona alîkariya acîl derket 8 milyonî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE