Waliyê New Yorkê wê 1000 parêzvanên neteweyî bişîne Washîngtonê

Cuomo li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha daxuyand: "Li ser daxwaza Parêzvanên Neteweyî ya Amerîkayê ez ji New Yorkê 1000 parêzvanên neteweyî ji bo du hefteyan dişînim paytext Washîngtonê."

Waliyê New Yorkê wê 1000 parêzvanên neteweyî bişîne Washîngtonê

Waliyê New Yorkê Andrew Cuomo daxuyand ji ber ku xwepêşandêr ketin Kongreya Amerîkayê ji bo piştgiriyê bidin ewê 1000 parêzvanên neteweyî bişîne Washîngtonê.

Cuomo li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha daxuyand: "Li ser daxwaza Parêzvanên Neteweyî ya Amerîkayê ez ji New Yorkê 1000 parêzvanên neteweyî ji bo du hefteyan dişînim paytext Washîngtonê."

Walî Cuomo got derbasbûneke aştiyane bingeha demokrasiya Amerîkayê ye û New York amade ye ku îradeya gelê Amerîkayê bi awayekî ewle pêk bê.

Rûniştina Kongreya Amerîkayê ji ber ku alîgirên Serok Donald Trump ketibûn hundir navber dabû ku dîsa civiya.

Bi hezaran xwepêşander piştî mitînga li ber Qesra Spî ketibûn Kongreya Amerîkayê.

Di navbera wan û polêsan da pevçûn çêbûbû, jê hinek ketibûn Senatoyê.

Alîkarê Serok Mîke Pence û endamên Kongreyê ji ber vê ji avahî hatibûn derxistin.

Serok Trump li ser Twîtterê bangî xwepêşandêran kiribû ku bila ew aram bin.

Ji ber van bûyeran li Washingtonê ji saet 18.00an pê va 12 saetan derketina derva hatibû qedexekirin.

Serokê Amerîkayê yê hatiye hilbijartin Joe Bîden jî bang kiribû ku ev êrîşa li hemberî demokrasî û hiqûqa Amerîkayê bila dawî bibe.

Piştî ku Trump bang kiribû alîgirên wî belav bûbûn lê di bûyerê da 4 kes hatibûn kuştin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE