Waliyên 39 bajaran guherî

Ji bo 39 bajaran walî hatin tayînkirin...

Waliyên 39 bajaran guherî

Bi biryarnameya Serokomariyê ya li ser rojnameya fermî hat weşandin waliyên 39 bajaran hat guherandin...

Biryarên tayînkirinê yên serokkomariyê hatin eşkerekirin. Li gorî biryarê Waliyê Stenbolê Vasip Şahin bû Waliyê Enqereyê, Waliyê Dîlokê Ali Yerlikaya jî bû Waliyê Stenbolê. Her wiha waliyên 21 bajaran li sermufetîşiya milkiyeyê hatin peywirdakirin. Ji bo 39 bajaran jî waliyên nû hatin tayînkirin.

Biryarên Tayînkirinê yên Serokkomariyê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.

Bi Biryara Tayînkirinê waliyên 39 bajaran hatin guherandin.

Waliyên 21 bajaran li Sermufetîşiya Milkiyeyê hatin pewirdarkirin, 9 Qeymeqam bûn Walî.

Cihê 18 waliyan hat guherandin.

Bi biryarê Waliyê Stenbolê Vasip Şahin bû Waliyê Enqereyê.

Waliyê Enqereyê Ercan Topaca li Sermufetişiya Milkiyeyê hat peywirdakirin.

Di cihê Vasip Şahin de ji bo Walîtiya Stenbolê Waliyê Dîlokê Ali Yerlikaya hat tayînkirin.

Her wiha bi Biryarnameyê Waliya jin Tuğba Yilmaz li Sermufetişiya Milkiyeyê hat peywirdakirin. Midûra Giştî ya Yekîtiya Ewropa û Têkiliyên Derwelêt a MEBê Funda Kocabiyik bû waliyê Uşakê.

Cihê waliyên 18 bajaran hat guherandin.

“Waliyê Aksarayê Aykut Pekmez bû Waliyê Adiyamanê, Waliyê Bingölê Ali Manti bû Waliyê Aksarayê, Waliyê Konyayê Yakup Canpolat bû Waliyê Bursayê, Waliyê Gümüşhaneyê Okay Memiş bû Yê Erzurumê, Waliyê Sivasê Davut Gül bû Yê Gaziantepê, Waliyê Karsê Rahmi Doğan bû Waliyê Hatayê, Waliyê İspartayê Şeyhmus Günaydin bû Waliyê Kayseriyê, Waliyê Hakkariyê Cüneyt Orhan Toprak bû Waliyê Konyayê, Waliyê Boluyê Aydin Baruş bû Waliyê Malatyayê.”

21 Walî li Sermufetîşiya Milkiyeyê hatin peywirdarkirin.

Ji bo 39 bajaran waliyên nû hatin tayînkirin.

“Qeymeqamê Esenlerê Hulusi Şahin Bû Waliyê Batmanê, Qeymeqamê Beypazariyê Kadir Ekici bû Waliyê Bingölê, Qeymeqamê Gaziosmanpaşayê Oktay Çağatay Bû Waliyê Bitlisê û Qeymeqamê Şişliyê İdris Akbiyik bû Waliyê Hakkariyê.”

Dîroka nûkirinê: 27 Cotmeh 2018, 14:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE