''Wek Misilman jî divê em di sedsala 21an da bibin parêzvanên edaletê''

Serok Erdogan got, ''Wek Misilman jî divê em di sedsala 21an da bibin parêzvanên edaletê."

''Wek Misilman jî divê em di sedsala 21an da bibin parêzvanên edaletê''

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Kesên di gotinê da demokrasî û mafên mirovan ji kesî ra nahêlin li ser axa xwe li hember êrîşên dijî Misilman û penaberan xwe li kerr û laliyê datînin.

Erdogan li Navenda Kongreyê ya Stenbolê di vekirina Civîna ÎSEDAKê ya 35emîn da axivî û der barê ÎSEDAKê da wiha got: "Divê em ewil ji xwe bawer bikin, bila tu kes xwe nexapîne. Ev teşkîlateke girîng e. Em wek Rêxistina Pêşveçûnê ya Îslamê û Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamê divê hêza xwe bizanin û xwe baş nas bikin û li gorî wê hereket bikin."

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da balê kişand ser erdheja ku li Albanyayê çêbû û wiha axivî: "Divê ji ber avahiyên xera bûne em alîkariyê bidin Albanyayê û bi taybetî ev wezîfeya Teşkîlata Hevkariya Îslamê ye. Heger em van gavan biavêjin wê gelek baş be. Ev wezîfeya biratiyê ye, divê em bikin."

Erdogan diyar kir ji ber erdheja li Albanyayê çêbû bangî hemû alema Îslamê dikim ku alîkariya Albanyayê bikin û wiha got: "Piştî ku xebera erdhejê hat ez du caran bi têlefonê bi Serokwezîrê Albanyayê Birêz Edî Rama ra axivîm û min got ku derbasî be."

Serokomar Erdogan destnîşan kir wek Misilman hê jî ji xweliya mirinê ku li ser wan hatiye reşandin xilas nebûne û got ji ber ku alema Îslamê mîna tuxleyên dîwarekî hev nagirin loma jî bi rehetî tê manîpulekirin.

Erdogan balê kişand ser rewşa Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û wiha peyivî: "Di nav endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî da, ez behsa endamên daimî dikim, di nav pênc endaman da dewleteke Misilman yan jî xelkê wê Misilman be tuneye. Ev pergal bi destê kesên ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn da bi ser ketin hat avakirin û hetahetayê nikare bidome."

Serokomar Erdogan diyar kir li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Her tişt di destê 5 endamên daimî da ye û wiha got: "Di Konseya Ewlehiyê ya NYê da hikm û îradeya endamê berwext heye? Tuneye. Her tişt di destê 5 endamên daimî da ye, heta di nav wan da jî di destê endamek da ye. Çi bibêjin ew e, wek mayîn tiştek tuneye. Em xwe nexapînin, pêşiyê em ji xwe bawer bikin."

Erdogan destnîşan kir bêguman heta zilim hebe kesên ji edaletê bawer dikin û parêzvanên edaletê yên ji bona tesîskirina edaletê bi hemû hêza xwe dixebitin jî wê hebin û got ku wek Misilman jî divê em di sedsala 21an da bibin parêzvanên edaletê.

Serokomar Erdogan diyar kir divê li hemberî zilmê bertek nîşan bidin û got ku heke em bertek nîşanî zilmê nedin ev wê bi tenê bi kêrî zaliman bê û wiha dewam kir: "Îsraîla ku siyanetê nîşanî heyat, milk û heqên xebatê yên Filistiniyan nade tevî herêmê hemû pêşeroja dinyayê dike talûkeyê. Kesên Qudsê ku bajarê 3 dînên pîroz e talan dikin û dixwazin tenê bikin navenda baweriya xwe di nav şaşî û xeletiyeke mezin da ne."

Erdogan diyar kir kesên di gotinê da demokrasî û mafên mirovan ji kesî ra nahêlin li ser axa xwe li hember êrîşên dijî Misilman û penaberan xwe li kerr û laliyê datînin.

Serokomar Erdogan got ku me bang li NY û hemû rêxistinên navneteweyî û herêmî kir ku 15ê Adarê wek Roja Hevkariyê ya Navneteweyî ya Dijî Îslamofobiyayê bê qebûlkirin. AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE