"Wekî Türkiye em di hemû platforman da xwedî li doza Qudsê derdikevin"

Serok Erdogan: "Wekî Türkiye em di hemû platforman da xwedî li doza Qudsê derdikevin û heta ji destê me tê em hewil didin ku polîtîkayên dagirî, zilm û jenosîdê yên dijî birayên me yên Filistînî bi dawî bibin"

"Wekî Türkiye em di hemû platforman da xwedî li doza Qudsê derdikevin"

Serokkomarê Türkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di peyama xwe ya şand merasima vekirinê ya avahiya nû ya Platforma Qudsê ya Navbera Parlamenteran a li Bahçelievlerê da wiha got, "Wekî Türkiye em di hemû platforman da xwedî li doza Qudsê derdikevin û heta ji destê me tê em hewil didin ku polîtîkayên dagirî, zilm û jenosîdê yên dijî birayên me yên Filistînî bi dawî bibin."

Di bernameya ku bi minasebeta merasima vekirinê ya avahiya nû ya Platforma Qudsê ya Navbera Parlamenteran a li Bahçelievlerê û "29ê Mijdarê Roja Mildayînê ya ji bo Gelê Filistînî ya Navneteweyî" hat lidarxistin da peyama Serokomar Erdogan ji bo dawetiyan hat xwendin.

Erdogan di peyama xwe da ew yek hêvî kir ku avahiya nû bibe wesîleya xêrê û wiha got, "Di Roja Mildayînê ya ji bo Gelê Filistînî ya Navneteweyî da ez gelê Filistînê ji dil silav dikim. Platforma Qudsê ya Navbera Parlamenteran bi xebat, civîn û konferansên xwe va ji bo doza heq a birayên me yên Filistînî li ser asta kurewî dibe deng û nefes. Ez wisa bawer im ku çi xebatên we yên li welatên we û çi jî bernameyên we yên ku hûn wekî Platforma Qudsê pêk tînin, zehf biqîmet in."

Erdogan bal kişand ku doza Qudsê ne bi tenê meseleya Misilmanên li Filistînê ye, lê doza hemû alema Îslamê ya 1,8 milyarî ye û wiha got:

"Wekî Türkiye em di hemû platforman da xwedî li doza Qudsê derdikevin û heta ji destê me tê em hewil didin ku polîtîkayên dagirî, zilm û jenosîdê yên dijî birayên me yên Filistînî bi dawî bibin. Heta dewleteke Filistînê ya serwer, yekbûyî û serbixwe ku paytextê wê Qudsa Rojhilat e, ya li ser bingehê biryarên NY û Teşebusa Aştiyê ya Ereb were avakirin, em ê têkoşîna xwe bi biryar bidomînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE