''Wek Türkiye emê tu carê dev ji azadiya çapemeniyê bernedin''

Erdogan: "Wek Türkiye emê tu carê dev ji azadiya çapemeniyê bernedin û destûrê nedin ku ev têgeh bê îstismarkirin."

''Wek Türkiye emê tu carê dev ji azadiya çapemeniyê bernedin''

Serokkomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Wek Tirkiye emê tu carê dev ji azadiya çapemeniyê bernedin û destûrê nedin ku ev têgeh bê îstismarkirin, li hundir û dervayê welêt li dijî welatê me ji bo propagandaya reşkirinê bê bikaranîn."

Li gor Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê Erdogan ji ber 10ê Çileya Paşîn Roja Rojnamegerên Dixebitin peyamek weşand.

Serok Erdogan got heqê raya giştî heye ku ew hay ji nûçeyan hebe û rast bê agahdarkirin ku ev hêmaneke demokrasiyê ye, ji ber vê rojnamegerên dixebitin wezîfeyeke girîng dikin.

Erdogan anî ziman di heyamên demokrasî rawestiyaye medyaya Tirkan wek navgîneke wesayetê hatiye bikaranîn, lê ji bo ku ew demokratîk, azadîxwaz û pirdeng be geşedanên girîng çêbûne û wiha dewam kir: "Qadên medyaya nû li ser navê rojnamevaniyê derfetan pêşkeş dikin ku divê ew li gor rêbazên pîşeyê û exlaqê çapemeniyê bên bikaranîn. Di roja me ya îroyîn da agahî bilez belav dibin ku ji ber vê nûçegihaniya rast û durist ji berê qîmettir bûye. Ji ber vê li hemberî derew û agahiyên şaş di têkoşîna rastiyê da berpirsyariya rojnamevan zêdetir bûye."

Serok Erdogan anî ziman ku ewê dev ji azadiya çapemeniyê bernedin û wiha dewam kir: "Wek Tirkiye emê tu carê dev ji azadiya çapemeniyê bernedin û destûrê nedin ku ev têgeh bê îstismarkirin, li hundir û dervayê welêt li dijî welatê me ji bo propagandaya reşkirinê bê bikaranîn."

Erdogan got di vê heyama şewba koronayê ya zehmet da rojnameger bi fedakarî dixebitin ku ji bo yên mirine ew dibêje rehma Xwedê li wan be û ji yên dixebitin ra serkeftinê dixwaze û roja wan pîroz dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE