Welatî di berf û şilopeyê da diçin ser sandoqan

Li herêmê li bajarên Erzirom, Erzingan, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê şilope û berf dibare

Welatî di berf û şilopeyê da diçin ser sandoqan

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li 6 parêzgehan şilope û berf dibare.

Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, li herêma ku îro Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiyên Mehelî bi rê va diçin, hewa dê perçe û pir ewrayî be.

Li herêmê li bajarên Erzirom, Erzingan, Qers, Agirî, Îdir û dewrûbera Erdexanê şilope û berf dibare. Herwiha hat diyarkirin ku germahî dê di asta demsalê da be.

Bi şev germahiya herî nizim li Îdirê 4, li Erzinganê 2, li Agiriyê sifir, di bin sifirê da li Erzirom û Qersê 2 û li Erdexanê jî 7 pile hat pîvan.

Tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde dê li Erzinganê 11, li Îdirê 9, li Agiriyê 4, li Erziromê 3,li Erdexanê 2 û li Qersê jî pileyek be.

Rayedaran herwiha ew hişyarî jî anîn ziman ku divê welatî li hemberî xetereyên muhtemel ên ji ber bayê bihêz baldar û bi tevdîr bin. 

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE