''Welatê me bere bere ji lîsteyên sînordakirin seyahetê derdikeve''

''Welatê me bere bere ji lîsteyên sînordakirin seyahetê derdikeve''

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Welatê me bere bere ji lîsteyên sînordakirin seyahetê derdikeve. Piştî Fransayê Rûsyayê jî biryareke wiha da û em ji ber vê biryarê kêfxweş in."

Erdogan li Kemera navçeya Antalyayê di vekirina Otêla NG Phaselîs Bayê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir welatê wan bere bere ji lîsteyên sînordakirin seyahetê derdikeve û got ku piştî Fransayê Rûsyayê jî biryareke wiha da û em ji ber vê biryarê kêfxweş in.

Erdogan der barê rakirina sînordarkirina seyahetê da diyar kir wisa xuya dike wê di hefteyên pêş da ev zêde bibe û wiha got, "Kesên karê turîzmê dikin wê bikaribin ji nîvê duyemîn yê sezonê îstifade bikin."

Erdogan ji bona meheke din dirêjkirina desteka KDVyê ya ji bona sektora turîzmê jî got ku roja duşemê em ê di Civîna Kabîneyê da cardin binirxînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE