Serok Recep Tayyip Erdoğan, di Civîna Aboriyê ya Türkiyeyê ya TOBB'ê de axivî.
Erdogan: "Yekî ku hê nizane meseleya Qibrîsê çi ye û vekirina Meraşê tê çi meneyê mimkûn nîne ku meriv jê ra aboriyê îzah bike."
"Kesên ku di hemû emrê xwe da tenê ji dewletê miaş hildane û wek mayîn tecrubeyeke wan tuneye qêrîna wan ya ji kursiyan tenê teqereqa tenekeyeyê ye."
"Kesên ku fikrek, projeyek û xeyalekî wan tuneye, tenê tetikçiya senaryoyên li derva û li nav welêt tên dinivîsandin dikin gelek komîk e ku der barê aboriyê da diaxivin."
"Karê me bi bazirganên siyasetê ra tuneye ku proje ne û dema derew û buxtanên wan didî ber wan jî şerm nakin."
"Divê em hilberînerên xwe di bin faîzê ya bilind da nedin pelçiqandin."
Erdogan: "Niha li ber me heyameke nû heye. Divê em êdî hê zêdetir bala xwe bidin ser hilberîn, veberhênan, îstixdam û îxracatê."
Erdogan: "Nexweşxaneyên bajêr û pergala tenduristiyê ya giştî ku di heyama şewbê da me qîmeta wan çêtir fehm kir bi tena serê xwe çîrokên serkeftinê ne."
Erdogan: "Ji ber sedema êrîşên ku em rast hatin, em li ser têkoşîna xwe ya îstiqlal û îstiqbalê sekinîn, lê me veberhênan û aborî jî îhmal nekir"
Erdogan: "Em di heyameke wisa da ne ku êdî mezinkirina fîtesê têrê nake, lazim dike wesayîtê biguherînin. Em biryardar in çi lazim dike bikin."
Erdogan: "Bi daneyên ewil yên meha Îlonê eşkere bû ku em çaryeka sêyemîn bi pêşketineke mezin temam dikin."
Erdogan: "Bi reformên ku me kirin va me welatê xwe di endeksa hêsankirina kirina kar da 27 pile zêde kir û di nav 190 welatî da em ketin rêza 33yem"
Erdogan: "Em ê disîplîna malî biparêzin bi nêrîna mezinbûn û îstixdamê di rêya xwe da bimeşin."
Serokomar Erdogan: "Welatê me êdî heyama amadehiyê li paş xwe dihêle û derbasî heyama pêşketinê dibe."
Serokomar Erdogan: "Bi enflasyonê ra dayîna têkoşînê pêşaniya me ya herî girîng e. Armanca me ew e ku em zûtirî bigihêjin reqamên yekxane yên enflasyonê."
Serokomar Erdogan: "Înşaellah em ê sala pêşiya me ji hemû zehmetiyan xilas bibin û bi tebesum qala van rojên bijan bikin."
AA