Serok Recep Tayyîp Erdogan ji Koşka Vahdettîn beşdarî "Merasima Vekirina Giştî ya Santralên Hîdoelektrîk yên ji Hêla Wezareta Vejen û Çavkaniyên Sirûştî va Tên Şixulandin" bû.
Serok Erdogan behsa girîngiya santralan û vejenê kir û wiha axivî: "Welatekî ku vejena wê tuneye, ne pêkan e ku qala şaristaniyê bike. Santral ji bo me, ji bo şarezabûnê wek pêngavekê ye."
Erdogan got Tirkiyeyê di dema şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) da jî xebatên veberhênan û vejenê domand û wiha dewam kir: "Di heyameke ku hemû dinya vekişiya korta xwe, me piştgirî da veberhênan, hilberîn û îstihdamê. Bi vê tevgera erênî va me nîşan da ku em teslîmê şewbê nabûn. Di heyama şewbê da Tirkiyeyê digel xizmetên tenduristiyê hema bêje di her qadê da veberhênanên xwe dewam kir û biryardariya gihîştina hedefên xwe yên 2023yan nîşan daye."
- "Em di her mijarê da ji xwe bawer in"
Serok got Tirkiyeyê heta îro bêyî têkoşîn tu destketiyekî bi dest nexistiye û wiha axivî: "Sektora me ya taybet tenê di OSByan da di nav mehên dawîn da bi veberhênaneke bihayê 10 milyar dolarî va 583 fabirqeyên nû temam kir û derbasî hilberînê kir. Ji tenduristiyê bigre heta aboriyê, ji dîplomasiyê heta ewlehiyê, em di her mijarê da ji xwe bawer in."
- "Ev durûtî ye"
Der barê biryara Yekîtiya Ewropayê ya ji bo sînordarkirina seyahatê ya Tirkiyeyê da jî Erdogan wiha got: "Yekîtiya Ewropayê welatên ne zelal in da li pêş Tirkiyeyê ku ev durûtî ye û niyeta li pişt vê tevgerê eşkere li holê ye."
Erdogan got xwestin li Rojhilatê Behra Spî dijî Tirkiyeyê lîstikan bileyîzin û defikan daynin, lê wan lîstik û defikên wan serobino kir.
Serok anî ziman di 18 salan da di qada vejenê da gelek gavên girîng hatin avêtin û wiha axivî: "Di 18 salên dawîn da bi destê qamû û sektora taybet va ji 100 milyar dolarî zêdetir me veberhênan da temînkirin. Rewşa ewle ya bi saya têkoşîn û hewldanên mezin me pêk anî tesîreke erênî li ser veberhênanên vejenê jî kir."
- "Armanca qajeqaja wan ew e ku di qada vejenê da bibe mehkûmê dervayî welêt"
Erdogan got ji bo madenên Tirkiyeyê derkevin li ser rûyê erdê ewê xebatên mezin dikin û wiha pê da çû: "Em ê fabirqeya panela tavê ya entegreya xwemalî ya ewil a Tirkiyeyê di meha tebaxê da vekin. Armanca qajeqaja li ser navê parastina hawîrdor û tiştên din tê kirin ew e ku ev veberhênan neyên kirin û Tirkiye di qada vejenê da bibe mehkûmê dervayî welêt. Di 5 mehên ewil ên sala 2020î da me ji çavkaniyên xwemalî û xwenûkirî hilberîna xwe ya ceyranê heta ji sedî 66an zêde kir. Par di hilberîna vejena li ser çavkaniyên xwenûkirî da me li Ewropayê di rêza duyemîn da cih girt."
AA