"Welatekî wek Türkiyeyê nikare geşadanên li vir çêdibin ji dûr va temaşe bike"

Serok Erdogan: "Welatekî wek Türkiyeyê yê xwedî qeraxa herî dirêj ya Behra Spî ye nikare geşadanên li vir çêdibin ji dûr va temaşe bike."

"Welatekî wek Türkiyeyê nikare geşadanên li vir çêdibin ji dûr va temaşe bike"

Serok Recep Tayyîp Erdogan peyameke bivîdeo şand Komxebata Rojhilatê Behra Spî ya ku ji hêla Zanîngeha Akdenîzê û Konseya Zanîngehên Navneteweyî va hat lidarxistin.

Erdogan spasiya kesên keda wan di vê komxebatê da heye kir.

Serok Erdogan got meseleyên li Behra Spî wek gelek welatan Türkiyeyê jî eleqedar dike, ew geşedanan ji nêz va dişopînin û wiha axivî: "Welatekî wek Türkiyeyê yê xwedî qeraxa herî dirêj ya Behra Spî ye nikare geşadanên li vir çêdibin ji dûr va temaşe bike."

- "Em dixwazin li Behra Spî aştî, tevkarî, heqaniyet û edalet tesîs bibe"

Erdogan anî ziman ew dixwazin li Behra Spî aştî û edalet çêbibe û wiha axivî: "Me bi eşkereyî got ku plan û nexşeyên ku wê welatê me li qeraxên Antalyayê hepis bikin, em qebûl nakin. Em ne li xespkirina heq û hiqûqa tu kesî ne. Em li hemberî hişmendiya korsan a ku dixwaze heqê me xesp bike li ser xwe disekinin. Welatê me di mijara Rojhilatê Behra Spî da tu carî alîgirê rageşiyê nîne; alîgirê aştî, tevkarî, heqaniyet û tesîskirina edaletê ye. Ez bangî hemû welatên ku li Behra Spî cînarên me ne, dikim ku bira dev ji vê lîstika ku edalet tê da tuneye, berdin."

- "Daxwaza konferansê hê li ser maseyê ye"

Serok Erdogan anî ziman Türkiyeyê xwestiye der barê Behra Spî da konferansek çêbibe û wiha dewam kir: "Teklîfa me ya lidarxistina konferansekê ya ku hemû welatên qerexên wan li Behra Spî hene û Tirkên Qibrîsê jî bikaribin beşdar bibin hê li ser maseyê sekiniye."

Erdogan bangî Yekîtiya Ewropayê (YE) jî kir û wiha got: "Yekîtiya Ewropayê divê heman ji vê korbûna stratejîk xelas bibe. Divê destûrê nede ku ew ji hêla Rûman û Yewnanistanê va li Behra Spî bê bikaranîn."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE