Welatiyê Türkiyeyê Hilmi Balcıyê li Mısırê serbest berdan vegeriya Türkiyeyê

Balcı got, "Me dît ku Serokkomarê me di serî da Wezîrê me yê Karên Derva, Serokê me yê Ragihandinê û Serokê Giştî yê saziya me Şenol Kazanci Beg gelek hewl dan"

Welatiyê Türkiyeyê Hilmi Balcıyê li Mısırê serbest berdan vegeriya Türkiyeyê

Li Mısırê roja sêşemiyê polêsan di serdagirtina ofîsa Kahîreyê ya Ajansa Anadoluyê (AA) da yek jê welatiyê Türkiyeyê 4 xebatkar binçav kirbûn û ji wan xebatkaran Hilmi Balcı serbest hat berdan û vegeriya Türkiyeyê.

Berpirsê Karên Îdarî û Darayî yên Ofîsa Kahîreyê ya AAyê Balci ji Kahîreya paytextê Mısırê bi balafira bitarîfe hat û di saet 08.00an da peya bû.

Dîrektorê Operasyonên Navneteweyî yê AAyê Mucahît Muhammed Soykan, Dîrektorê Ragihandina Sazî û Bazarkariyê yê AAyê Yilmaz Yaman, Wekîlê Edîtorê Nûçeyên İstanbulê yê AAyê Cemal Coşkun, Midûrê Karên Îdarî yên İstanbulê yê AAyê Sabri Çelebioğlu û hin xebatkarên AAyê çûn pêşiya Balcı û bi gûl û çîçekan ew pêşwazî kirin.

Balci di daxuyaniya da rojnamegeran da got ku ew ji ber gihîşt welatê xwe pir kêfxweş e û wiha pê da çû: "Min ji Xwedê ra şikir kir. Li Mısırê me piştevaniya dewletê û ya miletê hîs kir. Me dît ku Serokkomarê me di serî da Wezîrê me yê Karên Derva, Serokê me yê Ragihandinê û Serokê Giştî yê saziya me Şenol Kazancı Beg gelek hewl dan. Di demeke kurt da awayekî herî baş ev mesele xilas bû û hat helkirin. Ez wisa vegeriyam welatê xwe."

Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê AAyê Şenol Kazancı duh êvarê got: "Ji 4 xebatkarên me yên li Misrê hatin binçavkirin niha Hilmî Balci serbest hat berdan. Em dixwazin ên din jî bila bên berdan." 

- Bûyer

Polêsê Misrê 14ê rêbendanê bi ser ofîsa AAyê li Qahireyê girtibû, 1 jê welatiyê Tirkiyeyê, 4 xebatkar binçav kiribûn.

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê, Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Parastina Rojnamegeran, Enstîtuya Rojnamegeran a Navneteweyî û gelek dezgeh û saziyên navneteweyî tevgerê şermezar kiribûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 17 Çile 2020, 16:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE