Welatiyan êrîşên li dijî İdlîbê protesto kirin

Rûsya û rejîma Esed bi hinceta têkoşîna li dijî terorê haziriya êrîşan dikin.lê li idlîbê gelek sivîl hene û ji bo zirar negihêje wan, tirkiye di civînan û qada navneteweyî de metirsiya xwe tîne ziman.

Welatiyan êrîşên li dijî İdlîbê protesto kirin

Rûsya û rejîma Esed bi hinceta têkoşîna li dijî terorê haziriya êrîşan dikin.lê li idlîbê gelek sivîl hene û ji bo zirar negihêje wan, tirkiye di civînan û qada navneteweyî de metirsiya xwe tîne ziman. Gelê tirkiyê jî li hemberî êrîşan protestoyan li dar dixin û piştgiriyê didin gelê idlîbê.

Dirûşm hildan û gotin : “Silav ji gelê İdlîbê re”

Ji bo ewlehiya bi hezaran Sûriyeyî derketin qadan û êrîşên li dijî İdlîbê şermezar kirin.

Li Batmanê, Platforma Azadiya Bawerî û Ramanan ji bo İdlîbê çalakî li dar xist û ji bo piştgiriya gelê İdlîbê daxuyanî da.

Batmaniyan bi hevre ji bo İdlîbê dia kirin û bangî civaka navneteweyî kirin da ku nehêlin zirar bigihêje gelê İdlîbê.

Li Mûşê jî Platforma Piştevaniya bi Gelê Sûriyê re, erîşên li dijî İdlîbê protesto kir. Mûşiyan bi pankart û sloganan gotin :” Em li cem gelê İdlîbê ne”

Her wiha daxûyaniya piştriyê hat xwendin û êrîş hatin şermezarkirin.

Dîroka nûkirinê: 08 îlon 2018, 16:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE