Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Pergala ku em jê re dibêjin "Normal a nû' divê maweyeke din xwe li gora wê hîn bikin."
Erdogan: "(Kovîd-19) Heta koka vê musîbetê bi temamî biqede, pêdivê em jiyana xwe di çarçoveya maskeyê û rênimayên paqijiyê de eyar bikin."
Erdogan: "Car bi car em dibin şahidê hinek dîmenên nexweş lêbelê ez di wê qenaetê de me ku ew cure neyênî îstisna, lê pabendiya rênimayan giştî ye."
Erdogan: "Saetên girtinê yên kargehên weke xwaringeh, kafe û qîraetxaneyan ji saet 22.00ê bo 24.00ê hat dirêjkirin."
Serok Erdogan got ku welatiyên 65 salî û mezintir îdî dikarin hemî rojên hefteyê ji saet 10.00ê heta 20.00ê derkevin derve."
Erdogan: "Sînordarkirina derbarê yên ji 18 salan biçûktir, bi merca ku bi refeqeta dêwbav bin, bi temamî hat rakirin."
Erdogan: "Kargehên weke sîneme, tiyatro û navendên nimayişê, piştî 1ê temûzê dê li gorî rênimayên diyarkirî bikaribin bixebitin."
Erdogan: "Salonên nîkahê piştî 15ê hezîranê, salonên dawet û şahiyê jî dê piştî 1ê temûzê li gorî rênimayên diyarkirî bikaribin bixebitin."
AA